Diyarname
Fîlmê Mahsun Kirmizigul ê bi navê “Beyat Melek” di Amerîkayê du xelat bi hev re girt.
Yekemîn fîlmê Mahsun Kirmizigul ê bi navê “Beyaz Melek* tu mi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) beşdarî 41’emîn Festîvala Houston bû xelata “Fîlmê Biyanî yê Navneteweyî yê Herî Serketî” û “Xelata Taybet a Juriyî ya Derhênerê Herî Serketî* girt.
Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê derhênerê fîlm Mahsun Kirmizigul roja 19’ê mehê di şeva merasima xelatdayînê xelatên xwe girt.
Serokê Festîvalê Hunter Todd li ser fîlm wisa got: “Ala ku ev 41 sal in ne li nava me ye bi serketina Beyaz Melekê dê bilind bibe û biheje. Beyaz Melek fîlmekî mikemel e. Fîlmê herî bi bandor e ku di demên dawî de min lê temaşe kiriye. Vê festîvalê xelatên yekem dane derhênerên ku morên xwe li sînemaya dinyayê dane. Ez hêvî dikim xelata îro dê deriyên siûdê ji bo Mahsun Kirmizigul veke.”
Festîvalê berê xelat dabû derhênerên navdar ên wekî Steven Spielberg, George Lucas, Birayên Coen, Ridley Scott, Brian de Palma, Oliver Stone, David Lynch.