Diyarname
Lîstikan Turgay Nar "Sergo" ku Teatra demsal derxistiye ser dikê li Şanogeha Muammed Karaca wê bê lîstin.
Lîstika "Sergo" ku kurtedemekê berê li Zanîngeha Bîlgiyê promiyera xwe kiribû niha derdikeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika li ser sergoyeke derbas dibe têde sê kes dilîzin. Lîstik ji aliyê dîrokî û sosyolojîk ve li meseleyê dinêre, kurte mijarên wekî Îsa, dêr, Meryem, mar, bîr, çarmîş, mirin, xiyanetê pêşkêş dike û balê dikişîne ser dinyaya ku îro bûye wekî sergoyeke.
Lîstika ku derhêneriya wê Erdal Ceviz kiriye, Îsmaîl Yildiz wergerandiye kurdî. Di lîstikê de Îsmaîl Yildiz, Îhsanr Gumuşten û Rojbin Elban têde dilîzin.
Lîstin niha wê 20'ê vê mehê saet 18'an de li Şanogeha Muammer Karaca ya li Beyogluya Stenbolê bê lîstin.


