Heyeta ku ji mebûsên BDP'ê Sebahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder, Ertugrul Kurkçu, mebûsê serbixwe Levent Tuzel û Hevseroka HDK'ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) Fatma Gok pêk tê ji bo qala aştiyê bikin dest bi gera li Behra Reş kiribûn. Heyetê roja 17'ê mehê li Çorumê dest bi gera xwe kiribû û roja 18'ê mehê derbasî Sînopê bûn. Lê li Sînopê komek faşîst bi awayekî organîzebûy3i êrîşê heyetê kirin ku heyet li Ogretmeneviya Sînopê bû.
Koma faşîst ku bi keviran êrîşê ogretmenevî kirin û xwestin êrîşê BDP'yiyan jî bikin, erebeyên BDP'yiyan şewitandin û zirar dan wan.
Heyet 9 saetan li wir dîl ma, encax ber êvarkî di bin çavdêriya polîsan de ji Sînopê derket û ber bi Samsunê ve ket rê.
Nava rojê di dema êrîşê de Sirri Surreyya Ondar di Twitterê de wisa nivîsî "Kevir û amûrên şewitandinê diavêjin hundir. Polîs deng nake. Em bi xwe xwe diparêzin."


