Amed
Tevgera Mustazafan ku nêzî Hîzbûllahê ne partiyeke bi navê "Hur Dava Partîsî" (HUDA-PAR) ava kirin. Li gor daxuyaniya Berdevkê Tevgera Mustazafan Saîd Şahîn 30 avakarên kongreyê hene û heta kongreya asan dê rêveberiya demê partiyê bi rê ve bibe.
Şahin dibêje ku hedefa wan a yekemîn ew e beşdarî hilbijartina herêmî bibin û ji bo vê yekê dê li navçe û bajarên rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê xwerêxistin bikin.
Hîzbullah ku di salên 90'î de li bajarên kurdan bûbû belaya serê kurdan, paşê demek dirêj deng ji wan nehat. Van salên dawî di bin navê Komeleya Mustazaf-Der de wan xebata xwe dikin, piştî komele hate girtin, rêveberên komeleyê Tevgera Mustazafan da dest pê kirin û niha ev tevger bû partî.


