Diyarname
Ev çend roj in ji bo Stenbolê qala alarmê tê kirin û îro Walîtiya Stenbolê biryar da: Ji ber berfê du roj (rojên pêncşem û în) dibistan hatin betalkirin.
Li Stenbolê di asta NARENCÎ de alarm hat dayîn. Meteorolojî ev çend roj in dibêje li Stenbolê dê berfeke giran bibare û wekî sala 1987'an her der bê girtin. Li ser vê yekê îro Walîtiya Stenbolê dawuyaniyeke nivîskî belav kir û ji bo 2 rojan dibistan betal kirin. Ji bilî dibistanan, xebatkarên dewletê (ji bilî ewlehî, tenduristî û ragihandinê) ew jî roja pêncşemî dê neçin kar.