Emrah Kocahal
“Ziman xwîna giyanî ye; raman tê da diherikin û jê çêdibin.” Wek tê dîtin, birêz Olîver Wendell Holmes di sedsala nozdehan da di girîngiya zimanî gihîştibû û bi vê bîreweriyê ew gotina watedar ji mirovahiyê re li pey xwe hêlaye. Ji bo ku em xwe li mijarê hûr û kûr bikin, em niha dikarin pirseka wisan ji xwe bikin: Ma gelo çima li ser tiştekê ku îro bi me ew qas xwezayî tê, gotinek wisan kûr û giran hatibû bikaranîn? Hizr û bîrêt bi vî rengî li ser bingeheka çawan hatine avakirin? Ma ziman ne bi tenê bi kêrî ragihandinê tê? Heger na, ziman çi ye û ji bo me çi derdibe? Ez dê hewl bidim van pirsan yek bi yek raxim pêşiya me, da bi awayekî kurt biçespînim ku zimanî ji ragihandina ramanan pê ve cur bi cur peywirên din jî hene.
Guman lê nîn e ku gava pirsa erka zimanekî tê kirin, piraniya mirovan yekser hizra ragihandinê dikin. Rast e ku yek ji girîngtirîn peywirê zimanekî ew e ku di navbera mirovan da pêwendîdanînê gengaz bike û ji aliyê me ve wekî amûreke veguhastinê bi kar bê. Her kesek di vê jînê da dikare fikr û ramanê xwe bi rêka axaftinê, ango bi zimanê xwe bi şêweyê herî eşkere belav bike. Ango bi merca ku her du axivêr zimanekê hevbeş bi kar bînin, mirov xwedî wê şiyanê ne ku bi hev bidin zanîn, ka çi dixwazin, çi naxwazin û li ser babetekê çawan diramin û hwd. Bê guman mirov dikarin, bêyî ku rasterast digel hev bipeyvin jî, hest û ramanên xwe bi çend awayên cuda bidin der. Ji bo nimûne dema mirovek dibişire, ew mirov wisa dilxweşiya xwe tîne ziman, bêyî ku kiryara axaftinê pêk bîne. Yan jî gava rondik ji çavên mirovekî tên xwarê, yê hember hay lê dibe ku yê ku digirî xembar e. Hêstirên wî dilgiraniya wî dinimînin. Bes dîsan jî li ber çavan e ku çi tişt nikare cihê hêzdartirîn awayê ragihandinê, ango cihê axaftinê, dagire.
Gelo ew tiştê ku zimanê zikmakî li me hemûyan şîrîn dike, çi ye? Belê, cara pêşîn her kes bi wî zimanî hay li rûdan û bûyerên der û dora xwe dibe. Her çendî gaveka bêhempa be, herî kêm ew çend jî gaveka pîroz e. Bi zanistî hatiye peyitandin ku her zarok berî ku di zarokatiya xwe da dest bi fêrbûna zimanekî bibe, hêj di malzaroka dayika xwe de li bin bandora zimanê ku bi piranî li derdora wî tê peyivîn, dimîne. Bi vî awayî peyvên xwe yên pêşîn kom dike û bi her bêjeyeka ku bibihîze, hêdî hêdî gencîneya xwe ya peyvan ava dike. Zarok cara ewilî bi zimanê xwe yê zikmakî nêzîkî rastiya jînê dibe. Ev jî bê guman şopên pir kûr di mêjiyê her zarokekî de dihêle. Ew zimanê ku li nav dergûşa her zarokekî tê danîn, hemî dergehên jînê li zarokî vedike û spehîtiya cîhanê pê dide nasîn. Bi vî awayî zimanê zikmakî bivê nevê ji bo tevahiya mirovahiyê di bilindtirîn astê da cih digire.
Em lê hevbîr in ku hemî zimanên cîhanê xwedî taybetiyên xwe ne. Her ziman di bingeha xwe de li ser rastî û taybetiyên herêma ku ew ziman lê tê axaftin ava bûye. Ev tê wê wateyê ku zimanek neynika civata xwe ye û xwe wekî encama şert û mercên civata xwe pêşkêşî me dike. Ji bo nimûne taybetiyên çandekî bê guman bi hêsantirîn şêwe bi zimanê ku ew çand pê ve girêdayî be, xwe diyar dikin. Xwarin, cil û berg, cejn û şahî, govend û dîlan, stran û her wisan dîrok - ev hemî bi şêweyekî xwezayî bi zimanê gelekî ve girêdayî ne û bê wî nikarin hebûna xwe bi rêk û pêk berdewam bimeşînin. Xaleka din jî ew e ku her ziman, carinan jî bêyî ku em pê bihesin, bandora xwe li nasnameya me dike. Mirovekî ku bi kurdî biaxive bi awayekî xwezayî xwe wekî kurdekî bi xelkê dide nasîn û ji aliyê der û dora xwe ve jî wisa tê pejirandin. Ev yek jî gelek girîng e ji bo kesayetiya her mirovekî, çimkî her kesî di vê jînê de pêdivî bi nasnameyeke xurt ku zû bi zû nayê hejandin heye. Li dûmahîkê jî yek ji tiştê ku asta gelekî hildide asteke neteweyî, bê guman ziman e.
Heye ku mestirîn û girantirîn merc ziman be. Gelekî ku di nav xwe de xwedî zimanekî hevbeş be, hemî danûstandinên xwe yên navxweyî pê bike, bê guman girêdaniya wî gelî digel zimanê xwe zor hêzdar e. Ev jî yek ji girîngtirîn mercan e, da gelek bikare dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi netewebûnê ve bike. Gelekî ku zimanê xwe, ango mestirîn taybetiya xwe winda kiribe, dê rojekê bê guman ji aliyê dîrokê ve bêrehm bê daqurtandin.
Li seranserê cîhanê çi ziman nîn e ku bikare hebûna xwe biparêze, bêyî ku bi fermî li dibistan, fêrgeh û zanîngehan bê fêrkirin. Kîjan ziman dibe bila bibe, zimanek dikare bes di bin mercên azadane de bikemile û bi pêş ve biçe. Heger ew serbestî nebe, ziman bivê nevê qels dikeve, geşiya xwe winda dike û li dûmahîkê ji axêverên xwe dûr dikeve. Her wisan gengaz e ku zimanekê bê çewsandin rojekê bimire û xwe bigihîne nav refên goristana zimanên mirî. Da ku ziman bikare bi pêş ve biçe, pêdiviyeka jêneger e ku ew ziman bi her awayî bi kar bên da di hemî warên jiyanê da zindî û geş bimîne. Da ku ev pêkan be jî, bê guman her zimanî pêwîstî bi azadî heye. Ji azadiyê wêdetir jî divê ji aliyê sazî û dezgehên fermî ve jî bingeheka xurt û tekûz bê pêşkêşkirin, da ziman bikare li ser bingeheka wisa bi rêk û pêk bi pêş bikeve. Ji bo ziman bikare xwe ji herêmîtiyê rizgar bike û ber bi yekbûnê ve biçe, divê ji dibistana seretayî heta dibistanên bilind û zanîngehan pê bê perwerdekirin. Ne bi tenê ji bo ku asta zimanî bilind bibe girîng e ku pê bê fêrkirin, Nexêr! Her wisan ji bo gihandina şagirtên serkeftî jî girîng e ku xwendin bi zimanê zikmakî yê şagirdan pêk bê. Di vê çarçoveyê de ji aliyê pispor û zanyaran ve gelek pêzanîn û berjengên hêja û zanistî hatin diyarkirin ku girîngiya zimanê zikmakî di xwendinê de bi hûrbînî diçespînin. Bi kurtahî mirov dikare bibêje ku şagirdekî bi zimanê ku ew pê mezin bûbe, bi zimanê zarokatiya xwe bixwîne di warê xwendinê de hêsantir bi ser dikeve û encamên baştir bi dest dixe. Berevajiya vê çendê jî bi gelemperî tê zanîn ku şagirdekî bi zimanekê biyan bê perwerdekirin, gelek caran pêrgî arîşeyên giran tên û digel dijwariyên mezin rû bi rû dimîne.
Li dûmahîka gotara xwe min divê dêhn û bala xwendevanên xwe bikişînim ser rewşa şagirdên kurdan ên li Almanyayê dijîn û di nav pergala perwerdehiyê ya Almanyayê re dibihurin. Gelo wan maf heye ku digel zimanê almanî, bi zimanê xwe yê dayikê jî perwerde bibin?
Heger hebe jî, ev maf heta çi astê diçe? Berî ku em bikarin vê pirsê ronak bikin, bi kurtahî jî be, pêdivî pê heye ku em bi giştî pergala perwedehiyê ya Almanyayê di ber çavî re bibihurînin. Wekî tê zanîn Almanya xwedî binçîneyeka federal e û ji 16 parêzgehan pêk tê. Heger dewletek bi awayekê federal hatibe avakirin, yek ji xwezayîtirîn tiştan ew e ku tê de desthilatî bi şêweyekê nenavendî di nav herêman da bê belavkirin. Em li Almanyayê jî rastî heman tiştî tên. Her parêzgehê parlemeneke xweser heye. Tê de di gelek waran da heta radeyeke bilind hemû kar û barên xwe yên navxweyî bi awayekê serbixwe pêk tînin, bêyî ku hikumeta navendî bikare têkilî rojeva wan bibe. Bi vî awayî hem pêdivî û pêwîstiyên herêmî têne bicihanîn, hem jî rengdarî û taybetiya herêmî têne parastin. Dibistan, zanîngeh û her wisa hemî fêrgehên din jî di bin berpirsiyariya wezareta perwerdehiyê ya herêmî de ne. Hemû pergalên perwerdehiyê yên herêmî her çendî di nav hev da dişibin hev jî, dîsan jî gelek cudahiyên mezin di nav wan da peyda dibin. Ji bo zarokên biyan û yên ku zimanê wan ê zikmakî ne almanî be jî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî heye. Ango ji bilî dersên asayî yên rojane ku bi almanî pêk tên, di bin çend mercên diyarkirî da zarokan maf heye ku hefteyê çend saetan waneyên zimanê zikmakî bibînin, da şagirt bikarin li pêşketina zimanê xwe yê zikmakî jî kar bikin. Heta vê rêza gotara min ev rêbaz pir xweş dixuye û çi sedema rexnegirtinê jî zû bi zû nayê bîra mirov. Bes di rastiya xwe da mixabin kêmasî û nedadiyeka mezin di nav xwe da dihewîne, çimkî li hin parêzgehan ev mafê bingehîn bi tenê hêjayî gelên xweyî dewleteka xweser dibînin. Zimanê fermî yê şagirt û xwendekaran li welatê wan çi be, li hin parêzgehên Almanyayê bi tenê vî mafê herî bingehîn bi wî zimanî pêşkêş dikin.
Ji bo nimûne, zarokekê kurd ê ku ji bakurê Kurdistana hatibe vir, hingî wî ji bilî almanî bi tenê maf heye ku bi zimanê tirkî bê perwerdekirin, ji ber ku zimanê fermî yê Tirkiyeyê tirkî ye. Wezîrên alman bi vî awayî bêdadiyeke mezin li beramberî kêmneteweyan dikin û mafê zarokên wan dixwin. Zarokekî kurd ê ku li Almanyayê ji dayika xwe bûbe û di nav malbatê de ji bilî almanî, bi giranî bi zimanê xwe yê zikmakî, ango kurdî bipeyve, heger mafekê wisan hebe, ma ji bo çi zarokê kurd maf nîn e ku ji bilî almanî bi zimanê kurdî bê fêrkirin? Ev hişmendî pêwîst e ji holê rabe, çimkî mafên mirovahiyê ji serî heta binî diherişîne.
Bê guman rewş ne li hemî deverên Almanyayê bi vî rengî ye. Li çend deveran ji bo nimûne li NRW, Bremen, Nîedersachsen û Hamburgê rewş berevajiya vê çendê ye. Hemî şagirt dikarin ji bilî almanî dersên zimanê zikmakî jî bi azadane hilbijêrin, bêyî ku pêdivî bi fermîtiya zimanî hebe.
Min divê nivîsara xwe bi hevokeka payebilind bidim kutakirin ku zor watedar e û dike ku mirov hinek hizra girîngiya zimanê zikmakî bike:
Zimanê xelkê cil û bergê min e ku her dema min bivê, dikarim ji xwe bikim, bes zimanê zikmakî wekî çermê min e. Mirov biteqe jî, çi car nikare zimanê xwe yê dayikê ji xwe bike.