Diyarname
Rojnameger Belên Salih ku birê Serokomarê berê yê Iraqê Berhem Salih bû, li Amerîkayê mir.
Belên Salih li eyaleta Virginia ya DYA'yê dijiya, roja 30'ê adarê canê xwe ji dest da.
Rojnameger Belên Salih di sala 1961'ê de li Helebçeyê hatibû dinê. Wî di sala 1990'î de dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Di hin kovar û rojnameyên li Başûr û Iraqê de kar kiribû.
Salih di sala 1996'an de çû Amerîkayê; ji sala 1999'î ve jî di beşa kurdî ya Dengê Amerîkayê de karê rojnamegerî dikir.