___Yaşar Eroglu___
Di zimanê kurdî-kurmancî de taybetiyên gelek balkêş hene ku wî, ji zimanên din cudatir dikin. Wekîe mînak zayendî, nîv ergatîvî, tewangî û hwd. di zimanê kurdî-kurmancî de hene, gelek zimanan de nîn in. Hin hêmayên zaravayê kurmancî jî hene ku bi alîkariya hêmayeke din nebe li gorî mantiqê kurmancî pêk nayên. Di zaravayê kurmancî de şênberî ew qas xwedî kokeke xurt e ku razberiyê asteng dike, rê nade ku di mantiqê kurmancî de razberî bi hêsanî ava bibe.
Em vê rastiya kurmanciyê bi berawirdkirina zimanê kurdî û zimanên din re dibînin an jî di dema wergerê de xwe nîşan dide. Tê zanîn ku di her çar parçeyên Kurdistanê de ziman û zaravayên kurdî di bin bandora perwerdeya bi zimanên serdest de, bi guherîn û veguherînên nexwezayî re rû bi rû dimîne. Pê re qalibên zimanên serdest ên perwerdeyê tê neqilkirin ser zimanê kurdî. Ziman xira dike lê bi riya perwerdeya bi dehan salan a dominant û domdar êdî xerîbî tê jibîrkirin, pê re jî wekî parçeyekî zimanê kurdî tê dîtin. Û ziman mîna ku mutasyonekê re derbas bibe tê guherîn, ji eslê xwe dûr dikeve, bikarhênerên wê; bi taybetî jî bikarhênerên ji perwerdeya zimanê serdest re derbas bûne vê yekê bi temamî xwezayî dibînin û xwemalî dikin.
Sî salan berê yekî/ê bigota, ‘min nan xwarim’, ‘ez gotim’ wê pir beloq bal bikişanda ser xwe û bûbûya sedema pêkeniyê lê îro ji sedî heştê devê xwendekar an jî kesên temenên wan di navbera 30 û 40’an de ne wiha xirab diaxivin, vê yekê xwezayî dibînin.
Bi serê xwe nayê bikaranîn
Piştî vê ravekirina kurt, ez ê derbasî hin mînakan bibim ku bêyî alîkariya hêmanên din bi serê xwe nayên bikaranîn û wateya rast dernaxin. Mînaka herî balkêş pirjimariya navdêran e. Kurdên kurmancîaxêv bêyî ku peyvê bispêrin hêmaya ku wê temam dike, nikarin pirjimariyê pêk bînin, wateya teqez jê derxin. Wekî mînak; dar, pirtûk, kurd, tirk, pênûs, em kurmancîaxêv nikarin mîna di zimanê îngilîzî de wekî trees, boooks, kurds, turks, pencils; bi tirkî wekî agaçlar, kitaplar, Kurtler, kalemler binivîsin an bêjin. Bi serê xwe nayên gotin, nivîsîn.
Ev rewş bikaranîna pirjimariyê bi du cureyan pêkan dike; 1- Rewşa tewyayî, 2 – Rewşa aîdiyetê. Di rewşa tewyayî de(1) pirjimar xwe dispêre lêkerê, bi mînakên wiha pêk tê; daran bîne, pirtûkan bîne, kurdan bîne, tirkan bîne, pênûsan bîne. Bi mînaka lêkereke din wekî; daran bigire, pirtûkan bigire, kurdan bigire, tirkan bigire, pênûsan bigire darîçav dibe.
Di rewşa aîdiyetê de (2) xwe dispêre navdêran; nav, cînak, rengdêr hwd wekî; darên min, pirtûkên te, kurdên serbilind, tirkên nijadperest, pênûsên Adar, derdikevin holê. Ji bilî awarteyên wekî; hêjano, birano, canikno pirjimarî di zaravayê kurmancî de bi serê xwe pêk nayê.
Bikaranîna awayê şaş
Di nav rewşenbîriya kurmancîaxêvên Bakur de pêleke wekî mode pêş ketiye, ew jî ev e ku pirjimariyeke xerîb tê bikaranîn. Rewşenbîrên bakurî dil dibîjînin soranîaxêvan, xîtabeta wekî ‘xoşevîstan’, ‘ezîzan’, ‘bîneran’ li kurmancî tînin û xîtabeta weke ‘hêjayan’, ‘birêzan’ bi kar tînin. Ev qalib ne kurmancî ye û sparineke li kurmancî ye wekî ya di dewsa dudan, sêyan, çaran de çawa ku duyemîn, sêyemîn, çaremîn spartine kurmancî wisa jî ev ‘hêjayan’, ‘birêzan’ên xwe spartine kurmancî. Ne tenê dilbijîna soranî, her wiha dilbijîna tirkî ye jî û nêzî qalibê tirkî jî dibe, wateyê seyrtir dike. Di dewsa wan de qalibên wekî ‘hêjano’, ‘birêzino’ bên bikaranîn hem resentir e hem jî qalibekî gelerî ye.
Yek jî ev e; hêmayên wekî ziman, beden û hwd bi daçeka bazindek a di… de’yê ve şaş tên bikaranîn. Bi mînakan em mijarê safî bikin.
Ji bo ziman; bikaranîna ‘di kurdî, tirkî û hwd de’ şaş e. Gelek hêmayên kurdî, tirkî hene; ziman heye, xwarin hene, cil û berg hene, reqs heye û hwd. Mebesta hevoka hatiye sazkirin tenê ji wan yek e. Di kurdî de lê di çi yê kurdî de? Divê xwe bispêre hemayekê; di zimanê kurdî de, di axaftina kurdî de, di cil û bergên kurdî de û hwd. rasttir e hevok bê sazkirin. Awayê ‘di kurdî de’ ji bandora tirkî ye ku dibêjin, Turkçede, İngilizcede û hwd.
Ji bo bedenê; bala xwe bidinê raveya li jor, di min de, di te de ne rast e; di dilê min de, di hundirê min de, di linge min de û hwd rasttir e.
‘Heman’ rasterast mîna ‘aynı’ya tirkî tê bikaranîn
Şaşiyeke din jî bi peyva ‘heman’ re derdikeve pêş. Peyva ‘heman’ hemwateya peyva tirkî ‘aynı’ ye. Bi tirkî peyva‘aynı’ bêyî bê spartin hêmayekê û bi serê xwe bê bikaranîn li tirkî tê. Lê di zaravayê kurmancî de bi heman awayî bê bikaranîn dibe arîşe û pirsgirêk, li mantiqê kurmancî nake. Peyva ‘heman’ jî mîna hêmayên pirjimariyê bi serê xwe nayê bikaranîn, divê xwe bispêre hêmayeke din. Gelek caran ez li rastî bikaranînên şaş têm ku dibêjin, dinivîsin, “pirsgirêka me heman e.” Bandor û dilbijandina tirkî ya, “sorunumuz aynidır” e. Awayê rast ev e; “pirsgirêka me heman pirsgirêk e.” Hevokên wiha jî bi heman awayî balkêş in; “dilê me, hestê me, xewna me heman e.” Ev qalib jî şaş e. Rastî çi ye? Rastî divê wiha çêbe: “dilê me heman dil, hestê me heman hest, xewna me heman xewn e.” Ya ku dişibe qalibe tirkî peyva ‘heman’ wekî navdêra rewşê tê bikaranîn lê ya bi mantiqê kurdî-kurmancî wekî navdêra wesfandina regdêran peywirê tîne cih. Ji ber ku bikarhênerên zimên her çiqas bi kedeke hêja serê xwe bi zimanê kurdî re biêşînin jî di kûraya hişê wan de qalibên tirkî hene, belkî jî difikirin ku kurdî modernîze dikin, rasterê wan qaliban çêdikin-bi kar tînin.
Eger bala we kişandibe qalibê ku dişibe qalibê zimanê tirkî, peyva heman bi serê xwe ye û xwe nespartiye tu hêmayekê. Qalibê ku me wekî rast diyar kiriye tenê ne bi serê xwe ye û xwe spartiye peyv an jî navdêra piştî xwe, bi vî awayî navdêr wesfandiye.
Em careke din bi xêzeke qalin diyar bikin ku zaravayê kurmancî razberiyeke xurt nahewîne, her çiqas êdî bi demê re hêmayên razber biafirîne jî, hê bi giranî zaravayekî şênber e, hêmayên wê bi giranî şênber in. Ev rastiya zaravayê kurmancî rê nade hin qalibên ziman ku bi serê xwe razber bên bikaranîn, wate teqez jê derkeve . Dîsa ev rastiya zaravayê kurmancî li hin qalibên wekî pirjimarî û mînakên me li jor amaje kirin ferz dike ku xwe bispêrin hêmayeke pêş xwe û tenê bi serê xwe neyên bikaranîn. Ji ber wê jî kurd-kurmancîaxêv bi serê xwe navdêra pirjimar nikarin bikin ‘kurdan’ û wekî bi awayê soranî nikarin bikin ‘kurdekan’, her wisa jî pirtûk bi serê xwe nabin ‘pirtûkan’ û wekî soranî nabin ‘kitêbekan’. ‘Heman’ tenê bi serê xwe nabe ‘heman e’ û hwd.
***
Hin nivîsên Yaşar Eroglu yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Huner, hunermend û Hozan Dîno
- The end ji bo rexnelêgirtina ‘Rêberê Rastnivîsînê’!
- Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî
- Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn
- Analîzek Li Ser Daçekan
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'
*******************************************************
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
Lînkên ji bo alîkariyê jî ev in:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin


