Diyarname
Li navçeya Turgutluya Manîsaya Tirkiyeyê li lîseyek xwendekarekî bi tifingek hatiye lîseyê û êrîş kiriye; Heta niha 2 jê bi giranî, 8 birîndar hene.
Bûyer vê sibê li Încî Uzmez Meslekî ve Teknîk Anadolu Lîsesî ya li Turgutluya Manîsayê vê sibê saet dor 08'an de çêbûye. Xwendekarê dibistanê H.O. bi tifing gule bera derdorê daye.
Walîtiya Manîsayê saet 09,40'î de daxuyanî belav kiriye. Walîtî gotiye ku birîna du kesan giran e.
Der barê sedema vê êrîşê de hê tu agahî nehatiye belavkirin.


