Îranê pereyên xwe guhartin
Diyarname
Li gor ajansa fermî ya Îranê "ÎRNA"yê dewleta Îranê dê êdî ji dêvla pereyê xwe "Riyal"ê pereyê nû "Tumen" bikar bîne. Li gor nûçeyê 1 Tumen bi 10 Rîyalan e.
Lijneya Wezîran di civîna xwe ya duh de biryar standiye û sedema vê yekê jî wisa eþkere kirine: "Armanca vê yekê ew e ku îstîkrarê di polîtîkayên pere û bankevaniyê de çêbikin û yên razemeniyê dikin wan biparêzin."
3 hezar Tumen li dor 1 Dolarî dike.