Diyarname
Li Tirkiyeyê her sal pergala saeta havîn û ya zivistanê tê sazkirin. Îşev bikaranîna saeta havînê bi dawî dibe, loma saet 04'ê şevê de kesên li Tirkiyeyê dijîn divê saeta xwe saetek bi paş ve bidin.
Di 25'ê adara 2012'yan, set 03.00'ê nîvê şevê de saetek bi pêş ve hatibû dayîn û "Saeta havînê" dest pê kiribû. Îşev jî saet bi paş ve tê dayîn û saeta zivistanê dest pê dike.


