Diyarname
Pirtûka "Folklora Kurmanca" ku Qadî Mihemed ji bo wê gotibû, "Ev e Quramana kurdan" ji nû ve hate çapkirin.
Pirtûka "Folklora Kurmanca" ku ji 760 rûpelî pêk tê, niha ji aliyê Tosinê ReÅŸîd ve ji nû ve hate amadekirin û pirtûk ji WeÅŸanên Avestayê derket. Pirtûk ji aliyê Heciyê Cindî û Emînê Evdal ve hatibû amadekirin û di sala 1936’an de ji aliyê ‘NeÅŸra Hukumeta Ermenistana Åžêwrê’ li bajarê Yêrêvanê hatibû çapkirin.
Åžekroyê Xudo Mihoyî li ser pirtûkê wisa dinivîse: "Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê de ciyê xwe yî taybet digire. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wekî xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mihemedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ‘Aha, ev e Qurana me.’"
Her du zanyar Cindî û Evdal di Åžerê Cîhanê yê Yekemîn de dê û bavên xwe winda dikin û di sêwîxaneyê de dimînin. Li sêwîxaneyê nasnameya xwe, zimanê xwe jî ji bîr dikin. PiÅŸtî ji sêwîxaneyê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.
"Folklora Kurmanca" ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û EyÅŸê, ZembîlfiroÅŸ, Leyl û Meclûm, DewrêÅŸê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikayetên cimaetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.
HECIYÊ CINDÎ kî ye?
Heciyê Cindî di sala 1908'an li gundê Emençayîrê, li navçeya Dîgorê, devera Qersê ji dayik bûye. Salên Cenga Cîhanî ya Yekemîn ew direvin Ermenistanê. Ew sala 1919'an dîsan vedigerin Amançayîrê. Gund talankirî û wêran bû. Wê salê amerîkî li Qersê sêwîxanê vedikin û Hecî bi birê xwe yê biçûk ve dikevine wê sêwîxanê. Gava tirk Qersê hildidin, amerîkî wan bi trênê verêyî Gumuriyê dikin. PiÅŸtî li sêwîxanê dibistanê temam bike H. Cindî dikeve Peymangeha Perwerdeyê û sala 1929'an temam dike. Dû re ew li gundên Qudaxsazê û CamûÅŸvanê mamostatiyê dike û pê re jî ji nû ve fêrî zimanê kurdî dibe.
Ji wê salê ew dest bi berevkirina nimûnê folklora kurdî û karê wergerê dike. Bi berhemên nivîskarên ermenî re tevayî ew kitêbên tenduristiyê jî werdigerîne kurdî. Sala 1930'î ew fakûlta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê tê hildan, ji sala 1932'yan jî li Enstîtuya dîroka çanda materyaliyê dest bi lêkolînên zanyariyê dike. Salên 30'emîn dewraneke zêrîn bûn ji bo kurdên Ermenistanê û H. Cindî dikeve nav kar û xebatê. Sala 1930'î li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya PiÅŸkavkazê a Kurdî vedibe û H. Cindî li wir dibe mamostê zimanê kurdî.
Wê salê wisan jî dest bi weÅŸandina rojnama ‘Riya Teze’ dibe. H.Cindî dibe serokê beÅŸa wêje û çandeyê û yekemîn berhemên xwe li wir çap dike. Ji sala 1930'î heta 1937'an ew berpirsiyarê radyoya kurdî bû.
H. Cindî yek ji amadekarên yekemîn konferansa Kurdnasiyê bû, ku sala 1934'an li Yêrêvanê pêk hat. Zanyarên ji Yêrêvanê, Moskvayê, Lênîngradê û Tilbîsê beÅŸdarî konferansê dibûn. Di konferansê de usan jî mamostayên zimanê kurdî, ên ji Ermenistanê, Azarbajanê û Turkmênistanê amade bûn.
Sala 1934'an H. Cindî beÅŸdarî kongra Yekîtiya Nivîskarên Yekîtya Sovêtê, ya yekemîn dibe.
17ê meha Adarê, sala 1938an H. Cindî bi tawana pêwendiyên bi mirovên dijî Yekîtiya Sovêtê re digrin û davêjne girtîgehê. Rast piÅŸtî salekê, 17'ê adara sala 1939'an H.Cindî azad dikin. Dûarojê ew ê 17'ê adarê bike roja bûyîna xwe, ya fermî.
Sala 1940'î H. Cindî bi têma "Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî" têza xwe ya doktoriyê pawan dike.
Salên Åžerê Cîhanê yê Duyemîn Cindî nimûnên folklora kurdî niÅŸtimanperweriyê berhev dike û bi du kitêban çap dike.
Bi spartina hikumata Ermenistanê H. Cindî sala 1944'an elfabêya kurdî ya nû, ya ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike û piÅŸtî navbiriya ÅŸeÅŸ salan li Ermenistanê ji nû ve dest bi çapkirina kitêbên kurdî dibe.
Eger em sala girtîgehê ji nav derxin, H. Cindî ji sala 1936'an heta 1959'an li Enstîtuya zaniyariyê, ya ziman û wêje kar dike. Mijarên lêkolînên wî folklor, ziman û wêja kurdî bûn.
Sala 1959'an Sêctora Rojhilatnasiyê, bi beÅŸa Kurdnasiyê ve li Akadêmiya Ermenistanê yê Zaniyariyê tê damezirandin û H. Cindî ji destpêkê, heta sala 1968'an serokê wê beÅŸa bû..
H. Cindî ji sala damezirandinê 1932'yan heta sala 1966'an serokê beÅŸa Nivîskarê kurd bû, ya bi ser Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê ya Sovyetê. Sala 1968'an li zanîngeha Yêrêvanê beÅŸa kurdnasiyê vedibe. H. Cindî li wir mamostê ziman, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1964'an bêyî pawankirina têza doktoriyê, ser bingeha berhemên H. Cindî navê doktorê zanyariyê didine wî.
Heciyê Cindî 1'ê Gulanê sala 1990'î li bajarê Yêrêvanê çû ser dilovaniya xwe.
H. Cindî zanyarekî naskirî bû, ew bi ordêna "Dostiya gelan", madalya bi navê X. Abovyan û gelek madalyayên mayîn ve hatibû rewa kirin.
Kitêbên çapkirî; Perwerdeyê-8, kitêbên ziman û wêjeya kurdî ji bo dibistanan-19, kitêbên destanên kurdî bi lêkolînên wan ve- 5, kitêbên folklora kurdî, ku gelek ji wan bi zimanê rûsî û ermenî jî hatine wergerandin-16, 2 kitêbên rêzimanî, 2 kitêbên ser wêjeya kurdên Ermenistana Sovêtê.
Heciyê Cindî berhemên gelek nivîskarên ermenî wergerandine kurdî û çap kirine.
Gelek ÅŸi‘rên H. Cindî di almanaxên nivîskarên kurd de çap bûne. Sala 1947'an berevoka kurteçîrokên wî bi navê "Siba Teze" çap bûye. Lê sala 1967'an romana "Hewarî" çap dibe. Ew roman wisan jî bi zimanên rûsî, ermenî û erebî çap bûye.
Heciyê Cindî mîrateke mezin pey xwe hiÅŸtiye. (Kurtejiyan ii nivîsa Tosinê ReÅŸîd hatiye girtin)
EMÎNÊ EVDAL kî ye?
Emînê Evdal sala 1906'an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayik bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya Rusya û li wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla Sîpkî hebûn.
Salên Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma ReÅŸ bifilitin êzdiyên Serhedê giÅŸk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn. Dîsan jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike.
Çi ku ji destê Roma ReÅŸ, çi ji birçîbûn û nexweÅŸiyan, ji malbeta mezin Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne.
PiÅŸtî ji sêwîxanê sala 1924'an derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav mirovên xwe, lê piÅŸtî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ku wî di sêwîxanê de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek, Qundaxsaz û Karvansere dest bi mamostatiyê dike.
Ji sala 1926'an ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê wî texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931ê dikeve fakûltêta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê.
Wan salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina zanîngehê re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya PiÅŸkavkazêye Kurdî de mamostatiyê dike, di rojnama ‘Riya Teze’ de dibe sekreterê berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên destpêka karên zanyarî, nivîsara ÅŸiîr û çîrokan.
Wan salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal beÅŸdarî amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933'yan heta 1936'an ew wisan jî kitêbên ‘Zimanê kurmancî’ ji bo komên çaremîn, pêncemîn û ÅŸeÅŸemîn amade dike, ‘Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê’ û ‘Mêtodîka Zimanê Kurmancî’ dinivîse û çap dike. Bi çend kesan ve "Xebernema Fileyî-Kurmancî’ û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê Heciyê Cindî ve ‘Folklora Kurmanca’, vê kitêba di dest we de çap dike.
Sala 1932'yan ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike. Ew berevok berê bi kurdî, paÅŸê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe. Lê sala 1935an yekemîn bervoka ÅŸi‘rên xwe çap dike ku bêtirî wan ji bo zarokan bûn.
PiÅŸtî temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala 1944an têza doktoriyê bi mijara "Jina kurd di malbeta arkayîk de ser bingehên matêryalên netewenasiyê û folkloriyê" temam dike û dibe doktorê dîrokê.
Sala 1959'an li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê beÅŸa Rojhilatzaniyê tê damezirandin, ku kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta dawiya jiyana xwe E. Evdal li wî beÅŸî kar dike û bi gelek gotarên zanyarî re tevayî van kitêban çap dike; ‘Tole hildana xwînê di nav kurdan de û bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Deba kurdên Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala XIX de’, ‘Deba kurdên PiÅŸkavkazê’, ‘Xebernama kurdiye rastnivîsandinê.’
Çiqwas jî piÅŸtî sala 1937'an dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji sala 1945'an di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo xwendina zimanê kurdî amade dike û çap dike, beÅŸdarî perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî dibe.
Ji ber ku Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn ÅŸi‘r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka wî "Casim û Tosin" sala 1924'an çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe ji nû ve fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê dike.
Salên 30'emîn bi ÅŸi‘ran re tevayî, E. Evdal wisa jî çend destanên kurdî yê gelêrî (Memê û Zînê, ZembîlfroÅŸ) vediguhêze û raberî xwendevanan dike.
E. Evdal gelek kitêbên ÅŸi‘r û poêman çap kirin, piraniya wan wisa jî bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, ‘Gulîzer’ beÅŸa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-ÅŸano amade kiribû û bi radiyoyê dihat belav kirin.
Emînê Evdal 22'yê meha rezberê sala 1964'an çû ser dilovaniya xwe. Çawan zanyar, nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîÅŸt. (Kurtejiyan ii nivîsa Tosinê ReÅŸîd hatiye girtin)
Folklora Kurmanca/ Heciyê Cindî - Emînê Evdal / Amadekar: Tosinê ReÅŸîd / WeÅŸanên Avesta / 752 rûpel