Diyarname
15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê salek û 3 meh cezayê hepsê li marşeta "Gotin ê serhildanê ye" ya rojnameya Ozgur Gundemê birî.
Ozgur Gundemê di 21'ê adara 2012'yan de ev manşet weşandibû û pêre jî (7'ê gulana 2012'yan de) der barê Berpirsê Karên Nivîsaran ê Ozgur Gundemê Reyhan Çapan de doz hatibû vekirin. Dadgehê bi îdîaya ku rojnameyê pesnê rêxistinê daye ceza li Çapan birî.


