Diyarname
Li Tirkiyeyê ji aliyê siyasetê ve ev cejneke balkêş bû, ji ber ku di vê cejnê de DEM Partî, MHP û AKP çûn navendên hev û cejna hev pîroz kirin.
CARA YEKEM LIGEL MHP'Ê TÊN BA HEV
Di siyaseta Tirkiyeyê de bi giştî roja diduyan a cejnê partî diçin serdana hev. îro jî roja diduyan a Cejna Remezanê bû. Di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de yekem car e partiya nijadperest MHP û DEM Partî diçin serdana hev û cejna hev pîroz dikin. Heyetên her du partiyan çûn navendên hev û cejna hev pîroz kirin.
Sekreterê Giştî yê MHP'ê û mebûsê wan ê Bursayê Îsmet Buyukataman pêşwazî li heyeta DEM Partî kir. Buyukataman di hevdîtinê de got, bi gotina serokê wan ê giştî ji bilî CHP'ê ligel hemû partiyan cejnê pîroz dikin û ew hêvî dikin ev cejn bibe sedema vekirina deriyan, hiqûqa biratiyê carek din xurtir bibe.
Nûnerê DEM Partiyê Bedran Ozturk jî li ser navê heyetê bal mişand ser bincavkirinên mirovan ên demen dawî de û got, "Em hêvî dikin ev binçavkirin dê dawî bibin. Li gor 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' em dikarin ji bo Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet saz bikin. Em dixwazin Tirkiyeyeke demokratik ku hurmetê vîna gel dide çêbibe."
PIŞTÎ 10 SALAN HEVDÎTIN
Li aliyê din piştî 10 caran cara yekê ye AKP û DEM Partî jî ji bo pîrozbahiya cejnê diçin serdan hev.
Her wiha DEM Partî ligel DEVA, Saadetê jî ji bo cejnê hevdîtin pêk anî.


