Diyarname
10 lîstikvanên fûtbolê yên salane herî zêde pere digirin kîjane? Êdî tîmên derveyî Ewropayê jî di nav lîsteyê de ne
Di nav 10 lîstikvanên meaşê wan herî zêde ye de lîstikvan Oscar ku transferê tîma Çînê Shanghai Sipg bû di rêza yekemîn de ye. Oscar di 23'yê meha borî de ji Chelsea transferê tîma Çînê Shanghai SIPG bû. Di van deman de tîmên Çînê kaseya xwe vekirine û navdaran transfer dikin. Kesê dawî ku gelek pere pêşkêş kirin Oscar bû. Tam 24.7 mîlyon Euro pêşkêş kirin ku Oscar bi vê meaşê salane bû lîstikvanê meaşê wî herî zêde ye. Hulk ku ew jî di tîma Shanghai Sipg de ye ketiye rêza 5'an. Shanghai Sipg tîma Şangay a Çînê ye, di sala 2005'an de hatiye avakirin û di Lîga Super a Çînê de dilîze.
Ji Manchester United sê kes, ji Barselona û real Madridê du kes ketine nav lîsteyê.
Vaye 10 lîstikvanên fûtbolê yên ku meaşê wan ê salane herî zêde ye:
1- OSCAR (Shanghai Sipg): 24.7 Mîlyon EURO
2- CRISTIANO RONALDO (Real Madrid): 22.6 Mîlyon EURO
3- LIONEL MESSI (Barselona): 22.6 Mîlyon EURO
4- GARETH BALE (Real Madrid): 21.4 Mîlyon EURO
5- HULK (Shanghai Sipg): 19.6 Mîlyon EURO
6- PAUL POGBA (Manchester United): 18 Mîlyon EURO
7- NEYMAR (Barselona) 17.8 Mîlyon EURO
8- GRAZIANO PELLE (Shandong Luneng): 16 Mîlyon EURO
9- WAYNE ROONEY (Manchester United): 16 Mîlyon EURO
10- ZLATAN IBRAHIMOVIC (Manchester United): 15.4 Mîlyon EURO
***
Nûçeyên eleqedar:
- 2016: Di Diyarnameyê de nûçeyên herî zêde hatine xwendin
- 2016: Rapora TGC'ê: Tirkiye di rêza yekemîn de ye!
- 2016: Pirtûkên bi kurdî yên li ser înternetê herî zêde hatine firotin
- 2016: Di Wîkîpedîayê de rûpelên herî zêde hatine guhartin
- 2016: Yên di tûrîzmê de winda kirin û yên qezenc kirin
- 2016: Kovara Time fîlmên salê hilbijartin
- 2016: Herî zêde me ev lîstikvan meraq kirin!
- 2016: Li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin
- 2016: RSF'ê beşek ji rapora xwe ya li ser rojnamegeran weşand
- 2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt