Diyarname
Buhaya nanê pîde diyar bû lê di navbera buhaya pîdeyan a li bajaran de ferqek balkêş heye.
Di meha remezanê de nanê ku jêre dibêje 'pîde' tê çêkirin û niha ji bo vê remezanê buhayê pîdeyan diyar bû.
Li gelek bajaran ev pîde tê çikirin û maliyeta wan jî hema bêje yek e lê li gelek bajaran buhaya pîdeyan qet naşibe hev.
Buhaya pîdeyan ku di meha remezanê de dê bêne firotin bi vî rengî hatiye diyarkirin:
Batman: Pîdeyên 400 gramî bi 60 YKr
Manîsa: Pîdeyên 300 gramî bi 1,25 YKr
Enqere: Pîdeyên bi 300 gramî dê 1 YTL'yî biforişin (Par bi 75 YKr difrotin). wiha ewê pîdeyên 450 gramî jî bi 1,50 YKr'yî biforişin.
Qeyserî: Pîdeyên 300 gramî dê bi 55 Ykr'yî bifroşin.
Konya: Pîdeyên 300 gramî bi 75 YKr'yî dê bifroşin ku par jî bi heman buhayê difrotin.
Entab: Pîdeyên 300 gramînî bi 70 YKr
Erzerom: Pîdeyên 300 gramînî bi 70 YKr
Edene: Pîdeyên 300 gramî bi 70 YKr
Stenbol: Pîdeyên 400 gramî bi 1,50 Ykr (Li Stenbolê par pîdeyên 450 gramî bi 1,50 YKr'yî dihat firotin. Her wiha pîdeyên 600 gramî ku par bi 2 YTL'yî dihat firotin îsal bi 2,25 YKr'yî dê bên firotin. Li Stenbolê ji bilî firinkaran Şaredariya Bajarê Mezin jî Nanê Gel çêdike û difroşe, ewê îsal pîdeyên bi 350 gramî bi 50 YKr'yî bifrotin.)