Diyarname
Sûrên Amedê wekî mîrateyeke çandî ev 10 sal in ketine nava "Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê" ya UNESCO'yê. Ji bo 10'emîn salvegera vê yekê gotûbêjek li ser vê li dar dikeve.
Gotûbêj ji aliyê DÎTAV'ê (Weqfa Danasîn û Piştgiriya Amedê) bi ser navê "Amed, Sûr û Gabriel" li dar dikeve.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Cîgirê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Aytaç Coşkun û Cîgerê Serokê DÎTAV'ê Şeyhmus Diken wê wekî axifger beşdar bibin.
Gotûbêj 20'ê mehê saet 15,30 de li DÎTAV'ê li dar dikeve.


