logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

ÎRO: Notên ji Newrozan

Ji bajarên mezin li Wanê Stenbolê, her wiha li gelek cihên din gel daket qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Va ne notên ji

  • Dîrok: 20/03/2022
  • Beş: Nûçe

Ji bajarên mezin li Wanê Stenbolê, her wiha li gelek cihên din gel daket qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Di hemû Newrozan de pankarta "Dem dema serkeftinê ye" ku diruşma îsal bû bi kurdî û tirkî hat daliqandin. Ligel diruşmên wekî "Bijî Newroz", ji bo Ocalan jî diruşm hatin bilind kirin. Va ne ji bo roja 20'ê adarê notên ji Newrozên bajarên cur bi cur:

WAN

Li ber Keleha Wanê wekî ser sal îsal jî bi alan û rengan hatibû xemilandin. Ligel barîna berfê jî gel qada Newrozê dagirt, bi coş diruşmên xwe bilind kirin. Ji Hevserokên HDP’ya Wanê Handan Karakoyun got, “Newroz benxwedan û têkoşîn e”, Fîkret Dogan jî got, “Me bi hezaran berdêl da û em gihîştin heta vê derê. Hûn xwedî li vê berdêlê derketin, em sipasiya we hemûyan dikin.

Piştî axawtinan hunermen Ayfer Duzdaş stranên xwe pêşkêş kirin.

STENBOL

Li Stenbolê bi pêxistina agirê Newrozê re çalakiya pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Agir ji aliyhe Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin.

Li Stenbolê ligel Hevserokê HDP’ê Mithat Sancar, serokên partî û saziyên din ku ligel HDP di nav xebat û îtîfaqa Rêya Sêyemîn de ne axivîn. Sancar bi kurdî dest bi axaftina xwe kir, bi tirkî domand, dîsa vegeriya kurdî. Sancar got ku dema em dibêjin aştî ew dibêjin qey em ditirsin, na. Têkoşîna herî mezin têkoşîna ji bo aştiyê ye. emê vê aştiyê bînin, aştî heman li her derê. Her wiha Sancar got ku ew girêdayî daxuyaniya ku di Newroza 2013’yan de hat xwendin, li dû peymana ku li Dolmabahçeyê hate eşkere kirin in û her wiha ew li ser danezana partiya xwe ne ku me di meha rezbera 2021’ê de belav kir.

Sancar wisa got, “Em soz didin, emê miheqeq bi ser bikevin. Em hemû bi hev re dibêjin, emê miheqeq bi ser bikevin. We soz da? (Gel bersiv da). Bibihîzin baronên şer, muktedîrên hêviya wan bi xwîn, talan, derew û kedxwarî ye, vî dengî bibihîzin. Em tên, hêza gel tê, bibiryariya têkoşînê tê. Mîlyonên ku soz dane dê biharê bînin vî welatî tên.” 

Ji axaftgeran Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz gotina Cegerxwîn ‘Ger em nebin yek emê biçin yek bi yek’ bi kurdî û tirkî anî ziman û got, “Va ye gotina herî xweş ku îtîfaqa gel bi awayekî xweşik tîne ziman. Emê bi hev re bi ser bikevin, wê gel bi ser bikeve.”

Li aliyê din Hevserokên HDP’ya Stenbolê Ferhat Encu û Îlknur Bîrol, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî.

Polîsan piranî nedihişt gel tiştên kesk û sor û zer bibin hundirê qadê, lê disa jî gelek amûrên wisa ketin qadê. Her wiha nehiştin keske berstûka ku wêneyê Sehalattin Demîrtaş û ala HDP’ê li ser e bixe nav qadê lê dîsa hat dîtin ku hin ji van berstûkan ketine qadên. Berstûkên Amed Sporê, ala fermî ya Başûrê Kurdistanê, alek ku li ser “Kurdên Nasyonalîst” nivîsî jî li qadê bû. Ji salên borî cudatir ligel alên HDP’ê gelek alên DBP’ê jî hebûn. 

Ligel rojeke sar û ligel sermaya bi şid a ji behrê dihat jî gel qad dagirt. Ji destpêka Newrozê heta dawî her çûn û hatin hebûn, ji ber sermayê tevgerek çalak hebû. Û ji ber vê sermayê li nava qadê jî gelek kes kom bûn û li nava xwe de bi tiştên ku bi dest xistin agir pê xistin û xwe germ kirin. 

Grup Vardiya, Koma Sorjîn ji bo stranên xwe derketin ser dikê û herî dawî Xêro Abbas derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. 

CULEMÊRG

Li Culemêrgê li qûntarên çiyayê Simbilê ku 5 kîlomere dûrî bajêr e çalakiya Newrozhe hat li dar xistin. Hevserokên HDP’ê Humeyra Armut û Cihan Karaman axivhin û dûre agirê Newrozê hat pêxistin. Mebûsê HDP’ê Saîd Dede û Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci ku kayûm şandine cihê wî derketin ser dikê û axivîn. Hunermend Kasim Taşdogan jî stranên xwe pêşkêş kirin.

ELEZÎZ

Li Elezîzê HDP’ê xwestibû li Xada Stasyonê Newrozê pîroz bike lê walîtî dersûr nedabû. hIro li ser avahiya HDP’ya bajêr mebûsa HDP’ê ya Mûşhe Gulistan Kiliç Koçyigit û HDP’yî hatin ba hev. Wan daxuyanî da û paşê dest bi gerandina govendê kirin.

ÇEWLIG

Li Çewliga ku hiro serma ber bi -10 derece bû de gel ber bi Kolana Hastane ve meşiya û li wir Newroz pîroz kirin. 

ÎZMÎR

Li Îzmîrê bi dehezaran kes li Qada Gundogdu bûn. Ligel kincên rengîn, gelk wêneyên Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP’ya Îzmîrê hatibû kuştin jî bi xwe re anîn qadê û bilind kirin. 

ENQERE Û BAJARÊN DIN ÊN TIRKIYEYÊ

Li Enqereyê li Anitparkê bi sedan kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Li bajarên Tirkiyeyê li Çanakkale, Tekîrdag, Eskîşehîr û Bursayê jî Newroz hat pîrozkirin. Dîsa li Hatay, Antalya, Osmaniye, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Bandirma, Ayvalik û Bodrumê jî Newroz hat pîrozkirin.

SILOPÎ

Li Silopiya Şirnexhe gel bi rengên xwe û kincên xwe ji serê sibê de ber bi qada Newrozê ve herikîn. Coşek mezin li nav gelê Silopî ji bo Newrozê hebû. 
DÊRIK Û STEWR
Li Dêrik û Stewra Mêrdînê jî bi hezaran kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Siyasetmedar Ahmet Turk ku li Dêrikê bû axivî û got, "Yên ku siyaseta kurd înkar bikin dê têk herin."  

EDENE

Li Edeneyê bi hezaran kes li Şanogeha Servekirî ya Mîmar Shinan hat hev. Mebûsê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz axivî û got ku Newroz li hemberî zilmê berxwedan e û li hemberî şer jî aştî daxwaz kir.

Siyasetmedar Sirri Sakik jî li vir axivî û got, “We Neroz ji tunebûnê afirand. Îro em wekî bi mîlyonan kes vê pîroz dikin.” Sakik diyar kir ku bêyî dengên kurdan bigirin kes nikari di hilbijartina Serokomarî de bi ser bikeve û got ku ew dixwazin zagoneke bingehîn a nû saz bikin. 

RIHA

Li Rihayhe gel li qada li ber Stada 11 Nîsanê hat ba hev. Di Newrozê de Mebûsên HDP’ê Nusrettin Maçin, Meral Daniş Beştaş, Omer Ocalan û Serokê KKP’ê Sinan Çiftyurek axivîn. Mebûsê HDP’ê Ocalan got, “Ocalan ji bo aştiyê, ji bo azadiyê destê xwe dirêj kiriye. Lê Erdogan ji bo desthilatdariya xwe ev 7 sal in vî destî nagire. Êrîşê gelê me kir, ew tewqîf kirin, kayûm şandin ser şaredariyan. Lê ligel her tiştî nekarîn vîna gelê me bişkînin. Îro gelê Rihayhe careke din bersiva divê da.”

Beştaş jî wisa got, “Îro roja serketin, roja berxwedanhe ye. Îro dê berxwedana Emîne Şenyaşar bê bilind kirin. Em li ber berxwedana dayika Emîne serê xwe ditewînin. Em Kemal Kurkutî, Denîz Poyrazê bibîr tînin.”

Serokê KKP’ê Çiftyurek jî di axaftina xwe de Newroza Efrîn û çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û got ku gelê me bi sean salan e ber xwe dide û dest ji berxwedanê bernade. 

Her wiha li bajarên Semsûr û Meletî, dîsa li Elbistanê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir.

BATMAN

Li Batmanên bi deh hezaran kes li Taxa Pazaryerî hat ba hev û bi coş Newroza xwe pîroz kir.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Mebûsê HDP’ê Garo Paylan, Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak û Dayikên Aştiyê bi hev re agirê Newrozê pêxistin û şahî dest pê kir.


 

MA - Diyarname 

 

 


*
**

Nûçeyên Eleqedar:

- Va ye bernameya 7 cihan a Newrozê 

- Li Amedê starta Newrozê: Dema dema azadî û yekîtiyê ye 

- Bajar bi bajar bernameya Newrozê

 


*
**

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com           

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

news
  • 08 09 2026

Dr. Selçuk Mizrakli ji girtîgehê derket: Gavên demokratîk divên

news
  • 08 09 2026

Karwana duyem: 689 malbatên Serêkaniyê dest bi vegerê kirin

news
  • 07 09 2026

Bi çek êrîşê komeleya kurdî kirin, kesek hat binçavkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Li Kobanî ji bo çilrojiya Beycotan çalakiya bîranînê

ad

Cemiyeta Rojnamegerên Azad karbeşiya xwe kir

ad

Ji bo berfirehî bê fêmkirin, ’Folklor û Civat’ hat amadekirin

ad

Doza kuştina girtiyên li Amedê betal bû

ad

Mehek din cezayê girtinê dan rojnameya Ozgur Gundemê

ad

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname