Diyarname - Ajans
Li Amed, Batman, Wan, Erzerom, Erdexan, Culemêrg, Enqere, Stenbolê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê çalakiyên cur bi cur hatin li dar xistin. Li Amedê Demirtaş bang kir: Dest ji kar berdin û bikevin kuçeyan.
Vane hemû agahiyên li ser greva birçîbûnê yên îro:
Demirtaş: Bila her kes dest ji karê xwe berde û derkeve kuçeyan
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş tevî girseyek ji gel û BDP û şaredariyên BDP'ê pêk dihat li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyeke da çapemeniyê û got: "Ji bo me qîmeta saniyeyê, deqîqeyê jî heye. Li her derê welat divê gel dest ji karê xwe, dibistanên xwe berde û beşdarî banga çalakiyê bibe. Bi awayekî din em nikarin vê bêwijdaniyê bidin rawestandin. Yan emê hemû bi hev re bidin rawestandin, yan jî emê tevî hevalên xwe yên li hundir bimirin."
Demirtaş got ku ji bo grevên birçîbûnê em di nav hewldanan de ne lê deng ji hikumetê nayê.
Meşa ber bi Tekîrdagê ve hate astengkirin
BDP'yiyên ku dixwestin ji Esenyurta Stenbolê ber bi girtîgehên Sîlîvrî û Tekîrdagê ve bimeşin rastî êrîşa polîsan hatin. Hat gotin ku herî hindik 5 kes hatine binçavkirin.
Digel êrîşan jî meşa BDP'yiyan dom kir lê piştî nîvro vê carê komek faşîstên tirk ku ala Tirkan bilind kiribûn bi kevir, şûşe û çovan êrîşê meşvanan kirin. Di nav meşvana de mebûsên Stenbolê Levent Tuzel û Sebahat Tuncel jî hebûn.
Mebûsa BDP'ê ya Stenbolê Sehabat Tuncel got ku ev êrîş bi plan hatiye kirin û ji ber ku ewlehiya wan tune ye dawî li meşê anîne.
Li ber Girtîgeha Midyadê çalakiya rûniştinê
Bi beşdariya beşdariya bi sedan kesan ku ji Şirnex û navçeyên wê hatin ber Girtîgeha Midyadê çalakiya rûniştinê hate li dar xistin. Çalakvanên ku bi şev jî li ber girtîgehê man her diruşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê serok jiyan nabe" bilind kirin.
Li Mêrdînê daxuyanî
Li Mêrsînê bi beşdariya Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîza Mêrsînê Fazil Turk, Serokê ÎHD'a Mêrsînê Ali Tanriverdi û gelek kesên din çalakiya daxuyaniya çapemeniyê hate li dar xistin. Kurkçu got ku bila her kes dengê xwe li dengê girtiyên di grevê de bikin. Di çalakiyê de her diruşmên "Bila girtiyên siyasî bêne berdan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bi berxwedanê emê bi ser bikevin" bilind kirin.
Ber bi Girtîgeha Gebzeyê ve meş
Li Gebzeya Stenbolê endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê xwest heta ber Girtîgeha Gebzeyê bimeşe. HDK'yiyên ku li ber Stada Gebze hatin ba hev rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan nehişt meşê li dar bixin.
Çalakiya rûniştinê ya ESP'yiyan
Endamên ESP'ê li Stenbolê, li ber Lîseya Galatasaray çalakiya rûniştinê li dar xistin. Meşvanan got: "Li hemberî dengê ku ji girtîgehan bilind dibe bêdeng nemînin."
Li ber Wezareta Edelatê çalakî
Endamên ÎHD, TÎHV, ÇHD, TTB, KESK û DÎSK'ê ji bo balê bikişînin grevên birçîbûnê li ber YKM'a Enqereyê hatin ba hev û ber bi avahiya Wezareta Edelatê ve meşiyan. Meşvanan pankarta "Bila girtîxane nebin 'mirinxane'" vekirin û diruşmên wekî "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne", "Tecrîdê rake, mirinan bide rawestandin" berz kirin.
STGM'ê daxuyanî da
Li Amedê Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl (STGM) li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Li ser navê STGM'ê Serokê Komeleya Sarmaşikê Şerif Camci got "Em bang li wijdanê mirovahiyê dikin".
Li 2 gundên Erzeromê çalakî
Li du gundên Erzeromê "Yahyali" û "Melabadî" gundiyan ji bo piştgiriya grevan dest bi greva birçîbûnê kir. Hat gotin ku ev 6 roj in li gund çalakî didome.
Serokatiya Odeya Tabîban a Wan û Culemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand got: Ji bo li rewşa tenduristiya girtiyan binêrin parêzerên odeyê serî li rayedaran kiriye lê heta niha tu bersiv negirtine. Em wekî Odeya Tibê emê heta dawî têkoşîna xwe bidin.
Li Erdexanê jî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Hevseroka BDP'a Erdexanê Leyla Yilmaz bang kişand ser çalakiyê û got: "Raya giştî, rayedar bêdeng in, wekî yên li hundir ne zarokên vî welatî, zarokên van gelan nebin. Em bi desthilatdariyek kor, kerr û bêdeng re rû bi rû ne. Ger li girtîgehan mirin çêbin mixabin dê îhtîmala şerê navxweyî derkeve. Ji bo vê yekê bila her kesê xwedî wijdan gun bide dengê girtiyan."
Li Geverê meş û çalakî
Li Gevera Culemêrgê ji bo girtiyan meş û çalakî li dar ketin.
Elewiyan bang kir
Li Stenbolê komele û weqfên elewiyan Haci Bektaşi Veli Anadolu Kultur Vakfi, Pir Sultan Abdal Kultur Dernegi, Hubyar Sultan Alevi Kultur Dernegi, Divrigi Kultür Dernegi jî di nav de gelek saziyan elewiyan li Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Saziyan got: "Em bi dengê wijdanê xwe bangî bêdengiyê bikin".
Daxuyanî ji aliyê aktîvîsteke elewî Hatice Altinişik ve hate xwendin. Altinişik got ku piştî daxuyaniyê dê here li Cemeviya Okmeydini 3 rojan beşdarî grevê bibe.
Li Enqereyê ESP'yan dest bi grevê kir
Rêxistina ESP'a Enqereyê ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva ESP'yiyan dê rojekê bidome.
Batman mîtîngê li dar dixe
Li Batmanê roja 27'ê mehê dê li ber Nexweşxaneya Farabî ya Batmanê mîtîngeke mezin bê li dar xistin. Mîtîng bi dinuşma "Emê li hemberî mirinan bêdeng nemînin, bersivê bidin daxwazan" li dar dikeve.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne


