Belgefîlmê wê jî tê kiþandin
Diyarname
Nivîskara îngilîz J.K.Rowling 20 sal berê pirtûka yekemîn a "Harry Potter û Kevirê Felsefeyê" nivîsî û paþê pirtûkên din li dû hatin. Niha di 20'emîn salvegerê de gavek nû tê avêtin. Li gor daxuyaniya BBC meha pêþiya me de li Pirtûkxaneya Îngiliz dê pêþangeha Harry Potter bê vekirin û ligel vê dê belgefîlma wê jî bi navê "Harry Potter: Dîroka Sêhrekê" bê kiþandin.
Li gor bernameyê vê payîzê dê belgefîlm bê kiþandin û têde dê hevpeyvînên ligel J.K.Rowling cih bigirin. Her wiha vekirina pêþangeha li pirtûkxaneyê, senaryoyên berê, berhemên bi hunera destan hatine çêkirin û amûrên þexsî yên J.K.Rowling ku diyarî pêþangehê kirine dê di belgefîlm de cih bigirin.