Zend: Xanî û felsefeya îslamê û kelam
Diyarname
Kovara zanistî û lêkolînî Zend bi hejmara xwe ya nû derket pêþberî xwendevanan.
Zend ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê weþandin van rojên dawî hejmara pêyîz 2012'yan derket. Di kovarê de gelek nivîsên li ser ziman, dîrok û wêjeyê hatine weþandin. Di kovara ku li ser "Xanî û felsefeya îslamê û kelam" berga wê hatiye sazkirin de gelek nivîsên li ser ziman cih girtine.
Ji van nivisan, Zana Farqînî li ser pevguherîna dengan, Îbrahîm Seydo Aydogan der barê Hevokên Kompleks, Samî Tan jî di zimanên îranî de kurdî û farisî li ser hevrûkirina lêkerên xwerû û bingehîn nivîsa xwe amade kiriye.
Þerîf Derînce ku di hejmarên borî de li ser modelên perwerdehiyê nivîs nivîsî bû di vê hejmarê de jî li ser meseleyê sekiniye. Derînce di vê nivîsê de ji bo kurdan modeleke pirzimanî û pirzaravayiyê pêþniyar dike.
Yek ji nivîsên li ser rewþa ziman jî ya Cuma Çîçek e. Çîçek balê dikiþîne ser polîtîkayên Koma Tirkiyeyê yên der barê zimanê kurdî. Emîn Hesenpûr jî li ser siyaseta ziman nivîsiye. Hesenpûr di semînekê de li ser polîtîkaya ziman a kurdan bi xwe (zaravaperestî û kirdiya pêtî) rexne dike. Ev axaftina Hesenpûr hatiye pêþkêþkirin.
Di kovarê de hin nivîsên din jî hatine weþandin. Ji van Dr. omer Uluzay li ser "Dîroka hukimdariya Mirdêsan", Perwer Yaþ "Koka Zimanê Hind-Ewropî di Kurdî de Veþartiye", Sîdar jî jî "Rexne û Wêje" pêþkêþ kiriye. Memê Mala Hine jî li ser Ehmedê Xanî û helwesta w3i ya beramberî ekolên ramanî yên îslamê nirxandin kiriye.
Her wiha: Ahmet Serdar Akturk "Ekola Hawarê", "Azad Makûyî "Çend xal li bara karbesta kurmancî", Umîd Demîrhan "Taybetiyên devoka celaliyan a kurmancî" nivîsiye.