Diyarname
Dadgehê îro 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hevserokê berê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Bi navê xwe yê fermî Komeleya Lêkolînên Kurdî) Eyyup Subaşi birî.
Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê xebatên xwe yên li ser kurdî didomîne. Eyyup Subaşi jî çend salan Hevserokê komeleyê bû. Di sala 2023'yan de hin endamên saziyên sivîl hatin girtin ku Eyyup Subaşi jî yek ji wan bû. Subaşi kurtedemek girtî ma û paşê hat berdan lê doz dewam kir. Danişîna dozê îro çêbû û dadgehê bi îdîaya "emdamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê birî.
KOMELE: VÊ CEZAYÊ BI PAŞ VE BIKIŞÎNIN
Komeleya Lêkolînên Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku bi awayekî nehiqûqî ceza li hevserokê wan ê berê Subaşi biriye. Komeleyê wisa got, "Nabe ku xebatên zimanê kurdî, aktîvîzma zimanê kurdî û mafparêzî bibin mijara cezakirinê. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van êrîş û cezayên neheq bêdeng nemînin. Tekane armanca van pêkutiyan ew e ku xebatên zimanê kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran dibêjin dest ji zimanê kurdî û xebatkarên kurdî bikêşin û vî cezayê nerewa bi paş ve bikişînin."
'JI BER WERGERA ŞAŞ CEZA DANE'
Piştî biryarê xwe me xwe gihand Hevserokê Komeleyê yê berê û aktivîstê zimanê kurdî Eyyup Subaşi. Subaşi li ser biryarê ji bo me got ku dema wan ew biryar bihîstiye gelek şaş bûne û wisa dom kir: "Em şaş bûn ji ber ku tiştên bingehîn ên ku di dosyeyê de dihatin gotin, ji ber wergera şaş bûn. Hemû axaftinên min bi kurmancî, soranî û zazakî ne, hemû bi awayekî şaş bo tirkî hatine wergerandin û di dosyeyê de nabêjin ku me ev axaftin ji kurdî wergerandine, wekî ku ez bi tirkî axivîme, wisa kirine. Me ji dadgehê daxwaza wergerê kir, lê dadgehê qebûl nekir û bi lez û bez biryar da."
JI BER LAHÛTÎ Û ATOLYEYÊN KURDÎ CEZA BIRÎN
Subaşi dibêje, "Bo nimûne ez di telefonê de li ser Ebûlqasim Lahûtî pirsê ji hevalekî xwe dikim" û wisa got kir, "Ji min dipirsin ka Lahûtî kî ye. Lahûtî şairekî navdar e ku di sala 1957'an de koça dawî kiriye. Dîsan têkildarî Lahûtî ez di telefonê de ji hevalê xwe dipirsim ku Lahûtî di kîjan hejmara Kovara Jîn de nivîsiye. Kovara Jîn ku di sala 1918'an de derketiye, wekî sûc qebûl dikin. Dîsa em di telefonê de li ser atolyeyên kurdî diaxivin, dadgehê ev atolyeyên kurdî jî wekî sûc qebûl kirine. Mixabin ji ber tiştên wisa ku biryareke wiha sosret dan."
Hevserokê berê yê komeleyê Eyyup Subaşi got ku ew dê dozê bibin îstîsnafê û îtîrazê bikin.


