Sîdar Jîr
Heger hûn dixwazin miletekî dîl bigirin, muzîka wan pûç bikin. (Konfuçyûs)
Carinan gotinên pêşiyan ên civak/neteweyan jî dikin ku mirov bêhemdê xwe li hin tiştan bisekine, li ser biponije û gelek rewşa şîrove bike. Gotina kurdan a ku dibêje “Kurmê darê ne ji darê be dar narize!” jî bi wî awayî dike ku mirov di ser hin tiştan re gav neke. Dema ku di mirov li gelek qadên jiyana civaka kurdan dinihêre, mirov çêtir têdigihîje ku bav û kalan xwestine çi ji me re bibêjin û çi bîne bîra nifşan…
Ev gotin wekî ku ji kesên di hemû serdeman re bi qewmê xwe re xayîn ketine hatibe gotin an jî kesên li pêş kom û civaka xwe kemînan vedigirin û bi awayekî zirarê didin tê gotin. Di civaka me de, mixabin di gelek waran de ev gotin ji bo gelek kesan di cih de ye û belkî ev gotna “kurmê darê” jî dimîne.
Bi çend mînakên ku hemû kes dizanin ez ê hewl bidim kurmik û kêzikên di nava civaka kurdan de vebêjim. Li gelek cihan û ji aliyê gelek kes û saziyan ve her çiqas ev rewş hatibe îfşakirin û bi belge hatibe tesbîtkirin jî, bi raya min hewcetî dîsa bibîrxistinê heye.
Di civaka me de, bi taybetî di qada çand û hunerê de gelek tişt derketine holê û kurmên dara çand û hunera Kurdî jî yek bi yek îfşa kiriye. Kesên mîna Îbrahîm Tatlises, Îzzet Altinmeşe, Burhan Çaçan, Mahmut Tuncer, Mahsun Kirmizigul, Îzzet Yildizhan û gelekên din di warê muzîkê de bûne kurmê darê û bi dehan berhemên kurdî dizîne, gotinên tirkî li ser nivîsîne û gelek ji wan wekî malê tirkî yan jî gelêrî û hinekan ji wan bi awayê gelekî kone û bêedebî wekî berhemên xwe pêşkêşî raya giştî kirine. Di vê qadê de xebateke hêja ya bi navê “Şahîya Stranan 1-2-3” ya NÇM’yê (Navenda Çanda Mezopotamya) heye ku em çêtir dibînin bê kê çi dizîye. Ji bilî wê xebatê jî bi dehan mînak hene. Ya gelekî balkêş û hinekî jî trajîkomîk ew e ku sirûda ku Hesen Zîrek dixwîne “Nîştiman” bi navê “Ankara Marşı” nivîsandine… Îcar ji Neşet Ertaş bigire heta kurdbavên me yên wekî Îbo û Burhan Çaçan û gelekên din heman dizî kirine û tew dibêjin ez û ne kesekî/e din! Berhemên ku dizîne û xistine xizmeta “Tirkî” niha jî ji aliyê gelek “nezan”an ve wekî ku yên wan bin têne zanîn.
Bêguman ev yek li xweşa serdestan çûye û bi her awayî piştevaniya kesên ku em wekî kurmên darê bi nav dikin kirine û hê jî dikin.
Divê were bîra me ku qala “Sefera Wêjeya Rojhilat (Dogu Edebiyat Seferi)” dihate kirin û niha jî hewl didin wê tembûrê lêxin. Yanî bi gotineke din heta ku ji dest wan bihata berhemên Xanî, Cizîrî, Feqî û bi dehan pêşengên pênûsa kurdî û gelek berhemên çanda kurdî jî wekî di warê muzîkê de kirine talan bikin… Lê ev yek çawa çêbûye li kendalekî yan jî li çiyayekî asê bûye û ev miraza wan di qirika wan de maye. Lê dîsa jî di hemû serdeman de rê û rêbazên vê xwestek û azwerîya xwe diguherin û tim di nava hewldanekê de ne. Êdî çarenûsa rewş maye di mista nivîskar/wêjekar û xwendevanê kurdî de. Wisa xuya ye ku ew miraz di qirika wan de maye! Nikarin daqurtînin!
Îcar pirsa me ev e; Gelo em ê bi çi şêweyê, bi çi rengî bi çi amûran bikaribin xwe û bermayîyên xwe ji kurman biparêzin? Ji ber ku em dizanin nerizandina dara çanda kurdî ji ber qewînîya wê ye û yên ku ew finêskên pîsik kirin hemû di wê qadê de di hukmê “mirîyan” de ne!
Gelo em ê bikaribin dara xwe xweştir av bidin û çêtir bihevidînin da ku kurmên mîna yên navborî nikaribin birizînin?
30.08.2016, Azadiya Welat


