Duh dost bi sî û du diranan keniyan ji dil
Mem Mîrxan
Nisêbîn:
Li tu derekê ez bi qasî Nisêbînê xemgîn nabim.
Mirov bêje bajarê têlê rasayî ne þaþ e.
Têlê rasayî yê ku:
Hebûna mirovî,
Zimanê mirovî,
Welatê mirovî û namûsa mirovî dike du parçe.
Parçeyekî dilê te Nisêbîn e, yê din dibe Qamiþlokê,
wekî ku hozan dibêje “mirîþkên wan tevli hev dibin” lê nahêlin stranên wan bigihêjin hev,
Tililî du parçe,
Hesreta salan du parçe,
Berî ku mirov bigihê Nisêbînê leþkeran li ser girekî bi kevirên kilsê “sînor namûs e” nivîsandine. Lê ew sînorên ku wan jê re gotiye “namûs e” ji bo me kurdan bênamûsi ye.
Her têlek wekî ku di nav wijdanê mirov re hatibe kiþandin zîq li çavê te mêze dike.
Bi wan hestan em tevli merasîma Xelatên Apê Mûsa bûn.
Bi qasî wê xemgîniyê mirov kêfxweþ jî dibe li Nisêbîne, di hêla bikaranîna kurdî de deh pînan li Amedê dixe Bajarê Birîndar.
Gel bi kurdî dipeyive.
Diwarên Nisêbînê bi kurdî olan didin.
Kurd ne kurdên berê ne
Kurd ne kurdên berê ne,
Lê êdî þaredar û rêberên kurdan jî ne wek berê ne.
Ji xwe þansekî wan ê wisa jî nemaye.
Min ev yek hem di meþa Amedê de, hem jî rêûresma (merasîma) Xelatên Apê Mûsa de dît. Þaredar an wekîlên ku bi kurdî dizanîbûn, bêtirs, bi serbilindî derketin pêþberî gel. Lê yên ku nizanibûn wekî zimanên wan çûka xwaribe, wekî kulmek nokên hiþk di devê wan de be dipeyivin.
Bê ziman welat nabe
Berê di nav siyasetmedarên me de tu girîngiya kurdî û zimanê zikmakî tunebû. Hemû siyasetmedarên me dikaribûn bi sipîkerên tirkan re bikatana pêþbirkê. Lê gelê kurd guherî, êdî li zimanê xwe xwedî derdikeve.
Nûner û pêþengên gel jî mecbûr in biguherin.
Siyaseta me jî ne wekî berê ye
Siyasetmedarên kurd û siyaseta wan jî diguhere.
Belkî ev siyasetmedarên me heta çend salên din jî karibin bi zimanê serdestan siyasetê bikin lê hew çend salên din.!
Ez gelek þaredaran nas dikim ku di jiyana xwe de tevli meþek wek meþa Amedê ya duh nebûne. Çalakiyên wiha wekî karên îlegal, wekî karên çavsoran didîtin. Lê niha gel dibêje: “me îradeya xwe teslîmî we kiriye. Ku ez ê deh çoyan bixwim tu jî çoyekî bixwe, ku gaza îsotê avêtin bila çavê me bi hev re hêsiran bike. Me ji bo van mafên xwe yê tên binpêkirin ku em mecbûrî kolanan kirine hûn bijartine, ji kerema xwe re bidin pêþiya me”.
Gel û wekîlên xwe mil bi mil dimeþin
Li gorî hemû nirxandinan ku duh wekîl û þaredarên DTP nedana pêþiya gel, ku ne ji îradaya gel a pola bûya, wê polîsan nehiþtana em gavekê jî bavêjin.
Û piþtî gel, wekîl û þaredar bi hev re meþiyan, hêviya welatekî azad mezin bû,
Dost bi sî û du diranan keniyan ji dil,
Neyar, kes nizane çi bû.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin