___Eyyup Guven---
Aşên avê yên ku heta çaryeka dawî ya sedsala 20'an bi rengekî çalak û kêrhatî hebûna xwe domandine, bi pêşveçûna teknolojiyê û zêdebûna nifûsê re hêdî hêdî ji holê rabûne. Cihê wan bi fabrîqeyên modern re girtiye û îro êdî ne fonksiyona wan maye û ne jî bermahiyên wan bi awayekî saxlem li ber xwe didin.
Di encama lêkolînên ku min li navenda navçeya Dêrikê û derdora wê kirine, derket holê ku ne tenê aş bixwe, lê belê bermayî û şopên wan jî ber bi windabûnê ve diçin.
Dîrok û Cihê Aşên Avê
Wekî ku ji navê wan jî diyar e, “Aşên Avê” li wan deverên ku herikîna avê lê xurt bûye hatine avakirin. Bi taybetî herêmên “Kulêbe” û “Xab” ku çavkaniyên ava sereke yên navçeyê ne, ji bo vê yekê pir guncav bûn. Li herêma Kulêbeyê nêzî 6-7 aş hebûn, lê li herêma Xabê dora 20 aşî cih digirtin. Ji bilî van, li gundên derdorê jî gelek aşên wekî Aşê Zorava, Aşê Buxurê, Aşê Hofîyê û Aşê Xozberîyê hebûn.
Dewlemendiya Avê ya Xabê
Bexçeyên Xabê di navbera sê çiyayên bilind de hatine bicihkirin. Li aliyê bakur ji peraxên çiyayê “Kanî Spî” dest pê dike, ji quntarên Turcelê heta Tilbisimê dirêj dibe. Di vê herêmê de du çavkaniyên sereke hene ku hem avdaniya hemû bexçeyan peyda dikin û hem jî navê xwe dane herêmê:
1-Xaba Jor: Di zivistan û biharê de ava xwe dide, lê ji serê havînê ve ev çavkanî hişk dibe. Çemê ku ava wê jê diherike re “Çemê Hişk” tê gotin û li ser du çavkaniyên şelaleyê hene.
2-Şikefta Xabê (Serê Xabê): Ava ku ji vê şikefta bi qasî 30-40 metrekareyî derdikeve gelekî sar e. Berê ev av ne tenê têra hemû bexçeyên Xabê dikir, di heman demê de heta havînê gundên deştê jî ji vê avê sûd digirtin.
Ji bilî van, di nav bexçeyan de gelek çavkaniyên din ên girîng jî hene; wekî çavkaniya Hesen û Husên (ava wê bi kireç û sifir pileyî ye), Gola Turcelê, Osmanê Silo, Himhim, Çavkaniya Bindêlê, Hewdik, Karisk û Kanî Bindêr. Her wiha li ser zinarên derdora bexçeyên Xabê jî çavkaniyên wekî Hebhebk, Hinar, Spî, Kenêr, Mala Haro, Hişk û Reşo balê dikişînin.
Rêbaza Kevneşopî ya Avdaniyê
Bi van avên ku li herêma Xabê derdikevin, nêzî 10.000 donim zeytûn û bexçe tên avdan. Awayê parvekirina avê gelekî balkêş e; ji ber ku di wê demê de demjimêr tune bûn, avdanî bi roj li gorî cihê ku tav lê dixist, û bi şev jî li gorî cihê stêrkên li esmanan ango li gorî burcan dihat meşandin.
Ked û Dîroka Aşên Dêrikê
Dema ku mirov dîrok, çêkirin û xebitandina van aşan lêkolîn dike, wekî di gelek pîşesaziyên din ên herêmê de, keda giranbuha ya Ermeniyên Dêrikê li vir jî derdikeve pêş.
Navê aşên ku di lêkolînê de hatine tespîtgirtin û paşnavên malbatên ku paşê xwedî li van deran derketine an jî bi wan tên naskirin ev in:
1. Aşê Hecî Usib - Kaya
2. Aşê Ademê Melê - Zeytînoglu
3. Aşê Kortê (Aşê Gaso) - Toplayici
4. Aşê Sersot - Ermenî
5. Aşê Gêrî (Xab) - Ermenî
6. Aşê Hecî Hemit - Tacar
7. Aşê Elîyê Ferha - Toplayıcı
8. Aşê Melo - Ermenî
9. Aşê Elê Şêxo - Ermenî
10. Aşê David Axa - Ayaydin
11. Aşê Abdulkadirê Seyidê Evdî - Dinler
12. Aşê Cuno (Mala Xerêt) - Yontan
13. Aşê Seîdê Hecî Osman - Karahan
14. Aşê Hecî Reşît - Ermenî
15. Aşê Garê Silho - Ermenî
16. Aşê Kuncî - Tan
17. Aşê Muho - Sever
18. Aşê Evde Husên - Guceyu
19. Aşê Remê - Ermenî
11.09.2026

**
Nivîsên Eyyup Guven ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî
- Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî
- Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!


