logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Deklerasyon: Kirmanşa, Hewlêr, Qamişlo û Amed yek e

  • Dîrok: 09/03/2026
  • Beş: Nûçe

Amed
Îro li Amedê û li Stenbolê ji bo Newrozê delkerasyon hatin belavkirin. Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan got, "Kirmanşa çi be Hewlêr ew e, Silêmanî çi be, Qamişlo ew e. Kobanî çi be, Amed, Qers, Sêrt ew e; tu ferq di navbera wan de tune ye. 

AMED
Koordînasyona Navendî ya Newrozê li Sumeperparkê ya Amedê bi civînek çapemeniyê deklarasyona Newrozê eşkere kir. Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, aktivîstên TJA'yê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek welatî beşdarî civîna deklarasyonê bûn.
Li ser dikê pankarta “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate daliqandin. Beriya ku deklerasyon bê eşkerekirin strana Komîna Hûnermendên Wanê bi navê “Newroza Serfiraziyê” hatibû amadekirin hate temaşekirin. Metna Deklarasyonê ya bi kurmancî ji aliyê aktivîsta TJA'yê Fatma Ablay ve hate xwendin. Piştre beşdar axivîn.

Va ne çend gotinên wan:

BILA BIBE NEWROZA AZADÎ Û YEKÎTIYA DEMOKRATÎK
Hevberdevkê Yekîtiya Demokratîk MEHMET KAMAÇ:

- Em careke din di demek dîrokî de pêşwaziya Newrozê dikin. Çima em dibêjin rojeke dîrokî? Heta niha bi rastî me digot, em di demên dîrokî re derbas dibin. Lê belê em vê dawiyê dibêjin, em di rojeke dîrokî re derbas dibin. Wekî Kawayê Hesinkar, bi hezaran sal beriya niha, li hemberî zilm û zordariyê serhildaneke/berxwedaneke bêhempa da û serkeftin û azadî pêk anî. Em dibêjin gelê Kurd bi sedan salan e li hemberî zilm û zordariyê bi rastî jî berdêlên gelekî giran dane. Bi rastî jî têkoşîneke bêhempa didin. Bi rastî jî rastî êrîşên qirkirin û tunekirinê hatine. Em dibêjin Newroza 2026’an, wekî ku hatiye pênasekirin, bila bibe Newroza azadî û yekîtiya demokratîk.
- Careke din êrîşên qirkirinê li ser kurdan hene. Me di peyamên xwe yên Newrozê de dît; gelo çi pîlan li ser kurdan hatin kirin, xwestin Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi çi rengî têk bibin. Mebesta wan a serekî hemû destkeftiyên kurdan bûn, pêşeroja kurdan bû. Lê gelê kurd, miletê kurd li çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê, li kîjan dera dinyayê kurdek hebe, bi rihê yekîtiyê rabû pêyan. Em careke din li ser navê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk we hemûyan bi hurmet û rêzdarî silav dikin û spasiya beşdarbûna we dikin. 

TUNCER BAKIRHAN:
- Cîhan di nav şer de ye. Em dema dinêrin derdora xwe, gerek kurd bibin yek. Eger kurd yek bin, ne agirê Newrozê vedimire, ne jî kurd têk diçin.
- Îro li Rojhilata Navîn, hesabên nû hene. Her kes li ser kurdan daxive. Bila her kes bizanibe ku kurd xwedî dîrokek in, dîrokeke, xwedî îrade, xurt e. Înşallah, wê azadiya xwe, statuya xwe jî bistîne. Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya gelê kurd u yekîtiya demokratîk. Bila ev Newroz bibe bersiva gelê Kurd. 
- Qada Newrozê, yekîtiya gelê kurd ji Amedê heta Hewlêrê, ji Kirmanşahê heta Qamişloyê. Em ê bêjin yekîtî, yekîtî, yekîtî. Em dibêjin dem dema yekîtiya netewiya kurda ye. Newroz ji me ra dibêje yekîtî hêz e. Belê, îro ev peyam ji çar parçeyan derbas dibe. Agirê Newrozê îsal wê bibe meşaleya aştiyê.

'EMÊ BIGIHÎJIN STATUYA XWE'
- Kirmanşa çi be Hewlêr ew e, Silêmanî çi be, Qamişlo ew e. Kobanî çi be, Amed, Qers, Sêrt ew e; tu ferq di navbera wan de tune ye. 
- Em gere bi baldar bin. Li Rojhilata Navîn qedera me diyard ikin. Ne li ser maseyê emê winda bikin, ne ji aliyê hêzên hegemonîk ve bigirin bavêjin aliyek.
Emê bigihîjin statuyê, ligel hemû gelan. Em hêvî dikin ev Newroz bibe wesîleya bidestxistina statuyê. Bila pîroz be.

SÎNAN ÇÎFTYUREK:
- Banga me ji bo gelê me û partiya me ev e; em yekîtiya xwe xurt bikin. Em yekîtiya Rojava û Başûr diparêzin. Dewletên dagirker dixwazin ku şik û gumanan bixin nav perçeyên Kurdistanê, nav Rojava û Başûr. Banga me ji bo gelê me ye, li her çar perçeyên Kurdistanê ye û bi taybetî ji bo gelê Amedê ye em Newroza 2026an bi girsayî pêk bînin.”

STENBOL:
Li Stenbolê jî li Otêla Elîte Worldê civîna çapemeniyê li dar ket Hevberdevkên HDK'ê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, mebûsa DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, akitîvistên TJA'yê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tev li civînê bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan metna bi Kurmancî ya deklarasyonê xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku kurdan li dijî zilam, kolonyalîzm û înkarê ber xwe daye û banga beşdariya Newrozê hat kirin.

 

 

***
Nûçeyên Eleqedar:

- Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
- Va ye bajar bi bajar bername û diruşma Newroza îsal

 

 

 ***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com   

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)

ad

'Roja Pirtûkên Kurdî' li dar dikeve

ad

Li Navenda HDP'ê karbeşî çêbû

ad

Ne şer ne tirsê nekarî bi Fûara Amedê

ad

Real Madrîd teslîmî efsaneyê xwe Zîdane kirin

ad

Klîba Hefteyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname