Şirnex
4'emîn festîvala Berxbirê vê serê sibê dest pê kir. Ji bo festîvalê kon hatin dadan.
4'emîn Mihrîcana Berxbirê ya Zozanên Laleşîna Navçeya Elkê ya Şirnêxê, îro dest pê kir. Ji bo mihrîcanê ji Şirnêxê û navçeyên wê gelek kes bi qamyona hatin Zozanên Laleşînê.
Welatiyan nêzî 2 hezar kon li qada festîvalê vegirtin. Dê ji Wan, Colemêrg û hin bajarên derdora Şirnexê jî gel were û kon bêne vegirtin. Dikandar û xwediyên loqemteyên Elkê dikanên xwe girtin û derketin Zozanên Laleşînê.
Şarederiya Elkê ya DTP'yî ji bo Zozanên Laleşînê, şebekeyên av û ceyranê birin.


