logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  3. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  4. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  5. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
news-details

Îsraîlê êrîşê Îranê kir (ev tê nûkirin)

  • Dîrok: 28/02/2026
  • Beş: Dinya

Îsraîlê bi fuzeyan êrîşê Îranê kir. DYA piştgirî dide. heta niha çi qewimî? 
Va ne yek bi yek agahî:
 

23.20
Netanyahu: Emê êrîşê bidomînin

Serokdewletê Îsraîlê Benjamin Netanhayu got,"Vê sibê Xamaneyî û serfermandarên Mihafizên Şoreşê, rayedarên bilind ên bernameya nukleerê me me ji holê rakirin û emê vê yekê bidomînin. Di nav çend rojên pêş me de emê hê li hezaran hedefên dewleta terorê bixin,"

22.30
Kamala Harris dijî şer û Trumpî derket

Berendamê Partiya Demokratan, Cîgira Serokdewletê ya DYA'yê ya berê Kamala Harris bi ser hesabê xwe yê X'ê re peyamek belav kir û got, "Donald Trump, DYA'yê ber bi şerê ku gelê Amerîkayê naxwaze ve dehf dide. Ev şerê ku li dijî Îranê ji bo guherandina rejîmê tê kirin, ez dijî vî şerî me. Û ji bo şerê ku Trump dixwaze leşkerên me dixin nava talûkeyê.
 

'BI SEDAN SIVÎL MIRIN'
Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di êrîşê de bi sedan sivîl mirine. Balyozî ragihand ku Îran mafê xwe yê parastinê bikar tîne û "hemû hêzên neyar" hedefên me yên me

22.00
200 balafirên şer

Artêşa Îsraîlê li ser erîşa bi ser Îranê de ragihand ku wan 200 balafirên şer bi kar anîne. Li gor agahiyê 500 cih kirine hedef.
CENTCOM'ê ragihand ku bi sedan êrîş hatine kirin. Li aliyê din CENTCOM'ê ragihand ku tu zirar negihîştiye baregehên wan ên li welatên Kendavê.

21.40
Fermandarê Pasdaran hat kuştin

Reuters ragihand ku di êrîşê de Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Emîr Nesîrzade û Fermandarê Hêzên Bejahî yê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpur hatine kuştin. Îranê hê di vî warî de agahî belav nekiriye.

21.00
Berdevkê Heyva Sor a Îranê ragihand: Li 24 parêzgehan êrîşê Îsraîl û Amerîkayê çêbûye. Zêdetirî 200 kesî hatine kuştin. Dor 750 kes birîndar bûn.
Êrîş li parêzgehên wekî Tehran, Qûm, Elborz, Îsfehan, Fars, Ûrmiye, Kirmaşan, Loristan, Sine, Îlam, Zencan û Hurmizganê hatine kirin. 

19.00
NY'ê banga nivîsa Konseya Ewlekariyê kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Konseya Ewlekariyê wê îro saet 21'ê de civîNê li dar bixe û rewşa Rojhilata Navîn nîqaş bike.
Nûnertiya Îsraîlê ya li NY'ê diyar kir ku civîn bi însiyatîfa Fransa û Bahrêynê tê lidarxistin.

14.35
Wezîrê Tirk telefonê wezîrên welatan kir
- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan telefonê wezîrên karên derve yên Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Qetar, Sûriye, Misir û Endonezyayê kir. Fidan li ser rawestandina şer ligel wan axivî.

14.30
- Çapemeniya Îsraîlê ragihandiye ku bi 7 fuzeyan êrîşî navçeyek nêzîkî Koşka Serokatiyê û baregeha Elî Xamneyî hate kirin.

14.00
- Cîgirê waliyê Hurmizgan Ehmed Nefîsî got di êrîşa Îsraîlê li navçeya Mînabî ya ser bi parêzgeha Hurmizgan dibistanek seretayî ya keçan bûye hedef. Di êrîşê de 36 xwendekarên keç hatin kuştin.

- Lîwaya Hizbullahê ya li Iraqê ragihand ku ewê di demek nêzîk de êrîşên ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê bidin dest pê kirin.

13.50
- Îranê êrîşî Balyozxaneya Amerîka û baregeha leşkerî ya Amerîka ya li navçeya Herîr a ser bi parêzgeha Hewlêrê de kir. Li gorî çavkaniyên taybet ên ajansa me Rojnews’ê, Îranê êrîşê vê derê kiriye Lê heta niha zirar û ziyanên êrîşê nehatine eşkerekirin.
- Li aliyê din qeymeqamê Herîrê êrîş red kirine û gotiye ku li herêmê hêzên DYA'yê tune ne.

13.45: Îranî bangî NY'ê kir
- Wezareta Karên Derve ya Îranê, di daxuyaniyeke nivîskî ya der barê êrîşên Îsraîl û DYA’yê de, got: “Em daxwaz dikin ku Konseya Ewlehiyê ya NY’yê (Neteweyên Yekbûyî) gavên lezgîn û bi bandor li dijî vê êrîşa ku gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwe, bavêje.”

13.10:
- Li herêma Cerf Sexir ya ser bi parêzgeha Babila Iraqê de êrîşek hewayî li dijî hêzên Heşdî Şeebî hêk hat. Li gor agahiyên pêşî du endamên Heşdî Şeebî mirine, gelek birîndar hene.
Herêma Cerf Sexir ji sala 2014’an ve wekî herêmek leşkerî hatiye ragihandin. Heya niha jî xelkê wê derê nikare here wê derê dîsa bi cih bibe.

Netanyahu bang li faris, kurd û gelên din kir
- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanhayu li ser êrîşê peyamek bi vîdeoyê belav kir û bang li gelen li Îranê kir: Hemû pêkhateyên gelê Îranê, fars, kurd, azerî, belûc û ehwazî, dem hatiye hûn zincîrên zordariyê biqetînin û azadî û nirxên aştiyane bînin Îranê.

11.30: Trump: Armanca me têkbirina gefên rejima Îranê ye
- Serokdewletê DYA’yê Donald Trump eşkere kir ku DYA'yê ligel Îsraîlê êrîşê Îranê kiriye û got: “Armanca me têkbirina gefên rejîma Îranê û parastina gelê Amerîka ye. Emê fuzeyên Îranê tune bikin.” Trumpî bi qasî saetek berê ev agahî belav kir û qala êrîşê wan kir.  Trumpî di peyama xwe de got ku talûkeya li dijî endamên wan daxistina asta herî kêm. Her wiha Trumpî diyar kir ku dê baregeha leşkerî ya Îranê ya ser behrê têk bibin.

- Piştî êrîşên pêşî AFP'ê got ku li paytexta Erebistana Siûdî li Riyadê dengê teqînê hatiye. Wezareta Karên Hundir a Qetarê jî ragihand ku li dijî Qezarê êrîş çêbûye, hin ziyan çêbûye. Artêşa Kuweytê jî êrîşa hewayî ya fuzeyan li hemberî wan çêbûye lê li hewayê hatine texrîbkirin. Urdunê jî got me du fuze daxistine. Hat gotin ku Îranê ev êrîş li dar xistine.

- Rayedarên DYA'yê ji bo CNN'ê gotin ku bi mehan berê operasyon hatiye plankirin û operasyon di asteke bilind de ye.

SERÊ SiBÊ:
- Vê serê sibê Îsraîlê fuze bi ser Îranê de barandin. IRNA'yê (Ajansa Nûçeyan a Îranê) di destpêkê de got, Li Tehranê li sê cihên cuda teqîn çêbûye.
- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisreal Katz bi awayekî fermî ragihand ku Îsraîlê êrîşê Îranê kiriye.
- Saet 11'an de Îranê bi ser Îsraîlê de fuze şandin. Li Tel Avîvê sîrenan lê da.

Îranê rêya hewayî girt
- Piştî êrîşan Îranê hemû rêyên hewayî yên welatên xwe dan rawestandin. Xetên telefonan hatin qutkirin, li gelek herêman înternet giran bû.
Li Tehranê gel li benzînxaneyan ket rêzê ku benzînê bigire. Gelek kesî bajar terk kir.

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2026

Xwişka Graham, Darline Graham Nordone ket cihê wî

news
  • 13 07 2026

Lîstikvan Sam Neil mir

news
  • 13 07 2026

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

news
  • 12 07 2026

Dostê kurdan senator Lindsey Graham mir

news
  • 09 07 2026

Eno gîşnare 2 hezar sere wo

news
  • 09 07 2026

Trump ji ber tacîza li hemberî nivîskarek dê 5,8 mîlyar dolar pere wekî ceza bide

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Çiya Mazî li Edeneyê pirtûkên xwe îmze dike

ad

Ji hilbijartinên PE'yê îstîfa derketin

ad

"Gardiyan" vê carê bi soranî derket

ad

Fermo fîlmên Semih Kaplanoglu

ad

Ax dengê wê bilûrê!

ad

Hevserokên PEN'a Kurd guherîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname