logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

1'ê mehê, nûçeyên li ser Îranê (Tê nûkirin)

  • Dîrok: 01/03/2026
  • Beş: Dinya

1'ê adarê, agahiyên li ser Îranê, êrîşên DYA- Îsraîlê yên li ser Îranê...

 

 

**

Saziya Radyo û Televîzyonê têk çûn
Îsraîl-DYA'yê vê carê li avahiya Lijneya Televîzyon û Radyoyê ya Îranê ku navenda wê li Tehranê ye da.
Pêşkêşvan di weşana zindî de ragihand ku li avahiyê dan; bi vê re weşana gelek kanalan rawestiya.
**

Li ser şerawestinê Wezîrê Îranê û Trump cuda cuda axivîn
Vê êvarkî Serokdewletê DYA'yê Donald Trump got, "Rêberên nû yên Îranê dixwazin bi min re biaxivin. Min jî qebûl kir. Loma ezê ligel wan biaxivim. Wan, ev tiştê ku gelek pratik û gelek hêsan e divê bikirana. Gelek dirêj sekinin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî ragihand ku ji bo hemû hewldanên cidî ku vê şerî rawestîne em amade ne.  
**

Trump: Me keştîgeha şer a Îranê têk bir
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump di daxuyaniya dawî de got, "Me 9 keştiyên şer ên Îranê noqav bikin. Me beşek mezin a hêzên behrê yên Îranê îmha kirin."

Li aliyê din Trumpî ji bo Fox Newsê got ku di êrîşan de DYA'yê 48 rêberên Îranê kuştin. Trumpî ji bo CNBC jî got ku bi qasî wan plan kir zêdetir bi lez pêş ve çû.

**

Pezeşkiyan: Piştî Xamaney rêberiya konseya demkî hate avakirin
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku piştî kuştina Ayetullah Elî Xamaney wan biryar daye rêveberiya konseya demkî hate avakirin. 
Pezeşkiyan wisa got, "Min, Serokê Dadgerî Gulam Huseyîn Muhsînî Ejeî û endamê Konseya Parêzvanan a Zagona Bingehîn Ayetullah Arafî, me ev konsey ava kir."

Li aliyê din Ahmed Vahîd ji bo Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê hat peywirdarkirin. 

**

CENTOM: 3 leşkerên DYA'yê mirin
Serfermandariya Navendî (CENTCOM) ya DYA'yê ragihand ku di êrîşên Îranê de 3 leşkerên wan mirine.
**

Serokomarê berê Ahmedînejad hat kuştin
Çapemeniya îranê ragihand ku di êrîşa Îsraîl-DYA'yê de Serokomarê berê yê Îranê Mahmûd Ahmedînejad hatiye kuştin. Heta niha agahiya fermî nehatiye belavikirin.

**

Îranê êrîşê Keştiya Şer a Abraham Lincolnî kir
Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê bi 4 fuzeyên balîstîk êrîşî Keştiya Balafirêr Şer a Abraham Lincoln a DYA'yê kir.
Li ser vê êrîşê DYA'yê tu daxuyanî belav nekir û encam tiştek bûye yan na jî nayê zanîn.
***

El Cezîre: Endamên KHK'ê dicivin
Kanala El Cezîre ku navenda wê Qetar e ragihand ku Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Konseya Hevkariya Kendavê li ser şerê li Rojhilata Navîn bi lezgîn dicivin.
Kanalê îro piştî nîvro ragihand ku endamên wezîr ên KHK'ê wê îro bi video konferansê li hev bicivin.

**

Li Îsraîlê 8 kes hatin kuştin
Îsrailê eşkere kir ku di êrîşa Îranê ya bi fuzeyan de li Beit Şemeş a Qudsa Rojava 8 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûne. Ji van 4 kes bi giranî birîndar in.

**

Êrîşên nû yên Îsraîlê bi ser Îranê de
Îro Îsraîl û DYA'yê êrîşê nû bi ser Îranê de birin. Hat gotin ku hedef saziyên dewletê yên Îranê ne. Bombebarana bi ser Tehranê de ji cihên dûr jî hat bihîstin û dîtin. Artêşa Îsraîlê vîdeoyeke êrîşê belav kir.

**

TESÎRA NEQEBA HURMIZÊ ÇI YE?
Mihafizên Şoreşê yên Îranê duh ragihandin ku Neqeba/Tengava Hurmizê girtine. Wan got ku dê tu keştî ji vê neqebê derbas nebe. Her çiqas agahî ne fermî be jî çapameniya dinyayê li ser agahiyên çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê girtine ev nûçe çêkirin. 
Nêzî sedî 20'ê petrolê (nêzî 20 milyon varil) dinyayê yê Erebistana Siûdî, Mîrektiya Ereban, Iraq, Kuweyt û Îranê ji vê neqebê re derbas dibe. Ev petrol zêdetir diçe Asyayê. Li aliyê din gaza xwezayî ya herikbar (LNG) a Qetarê jî ji vê neqebê derbasî qada navneteweyî dibû. Ji vê derê re petrol diçû Çînê. Çînê ji Îranê petrol dikirî. Niha Çîn ji Rusyayê jî dikire. Girtina neqebê bandorê li welatên derdorê dê bike, lê bandorê dê li Îranê bi xwe jî bike. Neqeb girtî be, şer dewam bike bandorê dê li buhayê petrolê jî bike.

**

Li Girtîgeha Evînê rewş kritik e
Komîteya Daxwaza Serbestberdana Girtiyên Siyayî ragihand ku li Îranê, li Girtîgeha Evînê rewşa bi hezaran girtî krîtîk e.
Komîteyê gotiye, "Pergala îdarî ya girtîgehê têk çûye, xebatkarên girtîgehê ji cihê kar reviyane û derî bi ser girtiyan de girtî ne. Belavkirina xwarinê li girtiyan hatiye rawestandin, kantîn girtî ne, têkiliya girtiyan bi derve re hatiye birin. Loma jî bi hezaran girtî di bin talûkeyê de ne."

**

Serfermandar Musevi û Wezîrê Parastinê Nasirzade hatin kuştin
Televîzyoa dewletê ya Îranê eşkere kir ku di êrîşa DYA-Îsraîlê de Wezîrê Parastinê Abdulrahîm Musivî û Wezîrê Parastinê Azîz Nasirzade hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan Tasnîm j3i ragihand ku Serfermandarê Artêşa Mihafizan a Şoreşa îslamî Muhammed Pakpour, Şêwirmendê Serfermandan û Sekretenê Konseya Parastinê Alî Şamxan, Wezîrê Piştriya Hêzên Çekdar û Parastinê Azîz Nasirzadeh di êrîşan de hatine kuştin.

 

**
 Îranê li ser 'pêvajoya nû ya rêveberî' daxuyanî da

Duh di êrîşa DYA û Îsraîlê de Elî Xamaneyî hat kuştin. Piştî vê Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê Elî Larîjanî got ku ji derve çi êrîş were emê bi dijwarî bersivê bidin.

Piştî ku Îranê mirina Xamaneyî qebûl kir û ragihand, Larîjanî axivî. Larîjanî got, "Bersiva me zelal e. Hêzên me bo şer amade ne. Êrîşên me ji bo amerîkayiyan ji her demê zêdetir dê bi êş bin."

Larîjanî got ku Îsraîl bi piştgiriya DYA'yê dixwaze Îranê parçe bike û çavkaniyên wê talan bike û got, "Emê tu destwerdana ji bo parçekirina welat yan xirakirina yekpareyiya axê qebûl nekin. Yên ku dibêjin piştî mirina Xamaneyî dê rejim têk here şaş in. Amerîka û Îsraîlê bi kuştina Rêberê Me yê Bilind dilê me sotand, emê jî dilê wan bisotînin."

 

*

Nûçeyên Eleqedar:

- Reuters: Elî Xamineyî hat kuştin 

- Li Herêma Kurdistanê dibistan hatin betalkirin

- Şerê Îsraîlê û Îranê, kîteyên li ser şer (roja 28'ê reşemî 2026)

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

'Ew jina herî xweşik bû'

news
  • 07 10 2026

Xelata Nobelê ya Kîmyayê dan Kagan û Soai

news
  • 07 10 2026

Pêşbaziya xewê: 2,22 mîlyon yen pere dan serketî

news
  • 06 10 2026

Xelata Nobelê ya Fîzîkê dan Halzen

news
  • 01 10 2026

2100; Gelo wê qir li Penguenan bikeve?

news
  • 21 09 2026

Cennet di bin lingên wê de ye!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Û 46'emîn Serokdewletê DYA'yê Biden e

ad

Êrîşê rojnameya Yenîçag kirin

ad

Bangek ji bo Akbank û Garantiyê: Heskîfê têk nebin

ad

Li balafirgehê bernameya ji rû naskirina rêwiyan hat bikaranîn

ad

Xelata Dînk dan Murat Çelîkkan û Rêxistina Mwatana

ad

Heyetek ji kurdan diçe Çînê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname