logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

DTP'ê li meclisê çalakiya rûniştinê pêk anî

Mebûsên DTP'ê li hemberî êrîşên li ser partiya wan êvara 22'yê avrêlê li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

  • Dîrok: 22/04/2009
  • Beş: Nûçe

Enqere
Mebûsên DTP'ê li hemberî êrîşên li ser partiya wan êvara 22'yê avrêlê li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya ku heta sibê dê dom bike de tevî 21 mebûsên DTP'ê, mebûsê Stenbolê yê ODP'ê Ufuk Uras jî beşdar dibe.

Di 2'yê adara 1994'an de jî mebûsên kurd ên DEP'ê ji bo balê bikişînin ser zor û êrîşên li ser partiya wan li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Piştî 15 salan vê carê mebûsên DTP'ê heman çalakiyê pêk tînin.
Berî ku çalakiya rûniştinê pêk bê bi 15 deqîqeyan Serokê Meclisê Koksal Toptan hat cem DTP'yiyan û serdaneke hurmetî pêk anî. Toptan piştî 5 deqîqeyan ji DTP'yiyan veqetiya û çû.
Çalikiya DTP'yiyan ji êvarê 22'yê mehê heta saet 08'ê sibê ya 23'yê mehê dê dom bike.

Berî ku çalakî pêk bê Wekîlê Serokê Koma Parlamentoyê ya DTP'ê Selahattîn Demîrtaş tevî hin mebûsên DTP'ê li meclisê civîneke çapemeniyê li dar ist û  sedema çalakiya mebûsên wan anî ziman. Demîrtaş got ku, ew ji bo ku balê bikêşin ser binçavkirin û girtina DTP'iyan vê çalakiyê pêk tînin û ev yek lê zêde kir: "Em dibêjin navnîşana çareseriyê parlamento ye, bila ev banga me bê bihîstin. Bila çalakiya me baş bê fêmkirin. Divê parlamento ji bo çareseriyê însiyatîfê bigire ser xwe."

Demîrtaş li ser hilbijartinan ji sekinî û wisa got: "Ligel hemû çewsandin û rêbazên dij-demokratîk li hemberî tifaqa dewletê ya li dora AKP'ê çêbû gelê me bi awayekî zelal îradeya xwe ya azad daniye holê. DTP'ê dengên xwe du qadî zêdekirin. Bi destxistina şaredariyan serkeftineke mezin pêk anî. Ev hilbijartin ji bo gelê me ku nasname, ziman, çanda wî tê înkarkirin di riya azadiyê de bûn qonaxeke girîng. Di vê serkeftinê de rola partiya me ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hêzdar kir. Bêtehamûliya li hemberî encamên hilbijartinan di 14'ê nîsanê de ligel pêkhatina operasyonan derket lûtkeya herî jor. Heta niha zêdeyî 200 endamên partiya me di bin çavan de ne. Di nav de 3 cîgerên hevserokên me, 52 rayedar û bi dehan endamên partiya me hatine girtin. Operasyon hê jî dom dikin. Her wiha duh Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, ligel wan serokê partiya yê Amedê ji ber axaftinên ku kirine hatine cezakirin.

Demîrtaş got ku operasyona li hemberî patiya wan siyasî ye û wiha got: "Operasyon tê wateya nenaskirina îradeya ku ji sindoqan derketiye. Ev operasyon bi armanca çewsandina îradeya azad a ji sindogan derketî û muxalefeta DTP'ê pêk hatiye. Bi vê operasyonê tê xwestin ku şîdet bê pêşxistin û konespteke nû didin destpêkirin."

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

'Saeta Dinyayê' îro li gelek welatan li dar ket

ad

Hevdîtina Zimanê Zikmakî

ad

Sancar: Wayîr ro sindoqan veciyê

ad

W'yê 'Silîva/Farqîn' girtiye dest

ad

Bernameya Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hate eşkerekirin

ad

Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîn e banga piştevaniyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname