logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di bîrek tarî de 'Şeva Kor'
  2. Ji bo Tirkiyeyê siûda dawî ye!
  3. MU'yê Carrick qewirand; îdîa ew ku Pothettino tîne ser kar
  4. Kemal Necim ji bo Serokatiya HRRK'ê hat hilbijartin
  5. Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê
news-details

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • Dîrok: 12/10/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Foruma MERI 2026 li Hewlerê bi beşdariya gelek navdaran li dar ket. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî "Modela Herêma Kurdistana Iraqê tu nikarî li Sûriyeyê cî bi cî bikî. Gelek cudahî hene; cografya cuda ye, tevlîheviya civakî cuda ye li Sûriyeyê, tu nikarî vê modelê li wir cî bi cî bikî."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mazlum Ebdî, Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di nav de gelek kesên navdar beşdarî forûmê bûn.

Ji foruma îro hin notên derketine pêŞ:

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ NÊÇÎRVAN BARZANÎ:
PÊVAJOYA AŞTIYÊ

- Em wekî Herêma Kurdistanê em piştgiriya pêvajoya li Tirkiyeyê dikin. Divê em rê nedin wan aliyan ku naxwazin pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve. Dijminên Kurdan û Tirkiyeyeyê naxwazin pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve. Pêvajo hêdî bi rê ve diçe lê di rêyeke rast û durust de pêşve diçe.
MESELEYA ROJAVA
- Xwezayî ye wekî ku min eyan kir, ji bo mînak modela Herêma Kurdistana Îraqê tu nikarî li Sûriyeyê cî bi cî bikî. Gelek cudahî hene; cografya cuda ye, tevlîheviya civakî cuda ye li Sûriyeyê, tu nikarî vê modelê li wir cî bi cî bikî. 
Di serdana min de ya ji bo Sûriyeyê, ew tiştê ku ez çûm Sûriyeyê û ew tiştê ku min li Serokê Sûriyeyê Serok Ehmed Şerî dît, ev ne ew e ku bi rastî dijayetiya wan bi Kurdan re hebe; em gelekî li ser vî mijarê axivîn. Em niha gavên ku dibînin ji bo têkelkirina hêzên ewlehiyê, em dibînin ku ev pêvajo bi başî bi rê ve diçe. Li ser pirsa xwendinê ku gelekî girîng bû ji bo hevalên me yên li wir û ji bo kurdan girîng e, di wê yekê de jî pêşketin heye.
Lê bi dîtina min, em dikarin tenê wê demê bibêjin ku pêşketineke temam heye gava ku ev maf di destûra herdemî ya Sûriyeyê de cih bigirin; mafê kurdan û mafê pêkhateyên din. Sûriye tenê ne welatekî Erebî ye; Sûriye welatek e ku Ereb lê ne, Kurd lê ne, Durzî lê ne, Elewî lê ne. Ew tiştê ku girîng e, ew e ku mafê van pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bê misogerkirin. Kurd jî di wê çarçoveyê de ne. Ew tiştê ku heta niha hatiye kirin li wir bi hewldanên birayên li wir tiştekî baş e.
Ez dilxweş im bi wê yekê ku birayên me yên li Sûriyeyê, Kak Mezlûm û hevalên wan û yên din, bi waqîbînî li babetê xwe nêrîn. Mirov carinan xwezî û hêviyan dike, lê carinan waqîiyek heye ku divê tu danûstandinê pê re bikî.
bila em zanibin tiştekî girîng bû ew tiştê ku wan kir li welatekî ku nasname nedidan kurdan û kurd wekî welatiyên Sûriyeyê nedihesibandin. Niha tu bêtî û nêzîkî 13 hezar kesî di nav artêşa Sûriyeyê de cih bikî, 17 hezar kes hêdî hêdî di nav dezgehên ewlehiyê de bin, pirsa xwendinê were gotûbêjkirin ka dikarin çawa bixwînin, ev hemû tiştin gelekî cidî û pêşketin in û divê em wan wekî xwe bibînin.
SALA 2005'AN
- Ez tenê tiştekî dibêjim: Kurd li her cihekî ku lê dijîn, bila bi waqîbînî li rewşa xwe binêrin li wan welatên ku tê de dijîn; heta çi qasî ji destê wan tê, ew sînor çi qas e. Di sala 2005an de, gelo ew destûra Îraqê ji bo Kurdan tiştekî kêm bû? Nexêr. Heger tu li dîroka Îraqê binêrî, ew destûra ku mafên Kurdan qebûl kirin, bi westiyana her kesî bi taybetî Cenabê rewanşad Serok Mam Celal û bi temendirêjiya Cenabê Serok Barzanî, ew tiştê ku hat kirin ne kêm bû. Hêzên siyasî jî hemû piştgir bûn.

SEROKÊ YNK'Ê BAFIL TALABANÎ: EM DIKARIN 24 SAETAN DE HIKUMETÊ AVA BIKIN
-Pêwendiya min bi PDK'yê re heye û em dikarin di 24 demjimêran de hikûmetê ava bikin. Ez 16 caran hatim Hewlêrê ti encam jê derneket. Peymana me û Nifşê Nû cidî ye û peymana YNK û Nifşê Nû ji bo PDKyê jî derfetek e.
- Xwe aciz mekin, Amerîka naçe Merîxê, diçe Urdinê. Bi balafirê 17 xulek e. Heke bixwaze were dikare ji nişkê ve were.
-Tevahiya herêmê di bin metirsiyeke gelekî mezin de ye lê metirsî derfet e jî. Ez ji bo kurdan derfeteke gelekî mezin dibînim.

SIYASETMEDAR ÎLHAM EHMED: PÊDIVÎ BI ZAGONA BINGEHÎN HEYE
- Temamê Sûriyeyê di ji nû ve avakirinê de ye. Meseleya entegrasyonê heta niha baş meşiya.
- Hewla Rêveberiya Xweser a ji bo jinan di bîra sûriyeyiyan de bandoreke erênî çêkir, modelek nû çêkir. Di vî warî de pêvajoya entegrasyonê destkeftî bi dest xist lê hê em di asta ezmûnê de ne.
- Biryarnameya Serokomar di asta anî cih de ye, lê di warê perwerdehiya kurdî de kêmasî hene. Biryarname ji bo gelê kurd çarçoveyeke kêm e. Ev biryarname wê çawa bikeve pratîkê di vî warî de jî pêdivî bi mekanîzmayan heye.
- Li Sûriyeyê pêdivî bi zagona bingehîn heye. Heta niha ewlehî çênebûye. Nijadperestiya tundraw di rojên pêş me de jî dê bibe sedema pevçûnan û nelihevkirinan. Li Sûriyeyê zagoneke bingehîn lazim e ku hemû civakê bigire nava ewlehiyê.

ŞÊWIRMENDÊ WEZÎRÊ KARêN DERVE YÊ SÛRIYEYÊ NECÎB XEDBAN:
- Li Sûriyeyê rewşa ewlehiyê bi pêş ketiye û entegrasyona hêzan serkeftineke mezin bû. Em berê li dijî hev bûn lê êdî ji bo ku em Sûriyeyê ber bi pêş ve bibin divê em bi hev re bixebitin. Tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê serkeftineke mezin e.
Siwêda parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye û divê çareseriyek ji bo wê were dîtin. Ji bo vê armancê hewldanên zêde tên meşandin."

Parve Bike

Youtube Me

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 11 2026

Kemal Necim ji bo Serokatiya HRRK'ê hat hilbijartin

news
  • 09 11 2026

DEM Partî li ÎBB'ê Koma Meclisê ava kir

news
  • 07 11 2026

KNK`ê bang li parastina statuya Herêma Kurdistana Federe kir

news
  • 07 11 2026

'Xwendin polîtîk e, ji xwendinê rev jî polîtîk e'

news
  • 06 11 2026

Di navbera PDK û YNK'ê de çi diqewime?

news
  • 06 11 2026

HRRK kongreya xwe ya nû li dar xist

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Xerîteya zaraveyê kirmanckî

ad

Malperek bi kurdî, almanî û îngilîzî

ad

Mêvanê Cafe’M’ê vê carê Dilawer Zeraq e

ad

Îbrahîm Tatlises careke din zewicî

ad

Hunermend Ozgur Evran întîxar kir

ad

182 hezar kes li Çukurovayê bûn mêvan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di bîrek tarî de 'Şeva Kor'

  • 11 11 2026
news

Ji bo Tirkiyeyê siûda dawî ye!

  • 12 11 2026
news

MU'yê Carrick qewirand; îdîa ew ku Pothettino tîne ser kar

  • 12 11 2026
news

Kemal Necim ji bo Serokatiya HRRK'ê hat hilbijartin

  • 13 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname