Kobanî
Saet dor 2.30'ê şevê li Girtîgeha Kobanî şewat derket. Heta niha 9 kes mirine û 17 kes birîndar bûne.
Yek ji kesên ji şewatê filitî ji bo Rojava TV axiviye, "Xwestin hevalan ji vir bigirin bibin Zindana Helebê. Hevalan jî gotiğe ji dêvla em teslîmê we bibin, emê xwe bişewitînin."
Ji duh de li Kobanî li hemberî kuştina leşkerê kurd Samî Şêxmûs Huso çalakiyên şermezarkirinê hebûn. Vê sibê jî ev bûyer çêbû.
Li gor agahiyên dawî; Hêzên Ewlehiya Hundir ya Helebê derbasî Kobanî bûne. Wan gelek ciwan girtine avêtine hepsê. Ev hêzên Helebê vê sibê dibêjin "Emê we bibin Helebê". Ciwanên li girtîgehê jî bertek nîşan didin di hundir de. Agir pêdixin, dixwazin pêşî li vê birinê bigirin. Lê agir gur dibe. Di encamê de 9 kes canê xwe ji dest didin; 17 birîndar hene.
HÊZÊN JI HELEBÊ HATIN BÛYER MEZIN BÛN
Agahiyeke din jî ev e: Li bajarên din ji bo Samî Şêx Huso biryar bû ku duh çalakiyê şermezarkirinê li dar bikevin ku çalakî li dar ketin. Ji bo Kobanî, ji ber xesasiyeta vir biryar dane ku roja din, yanê îro dor nîvro li navenda Kobanî daxuyanî bê dayîn, lê ciwanan ji duh de dest bi çalakiyê kiriye û bûyer her ku çûne zêde bûne. Asayişa Hundir nekariye pêşî li bûyeran bigire, paşên Hêzên Giştî hatine, lê wan jî nekariye, vê carê ji Helebê Hêzên Ewlekariya Giştî hatine ku ew bi xwe ereb in. Nûçegîhanê Channel 8'ê jî ev agahî belav kirin, "Li ser daxwazê Hêzên Ewlekariya Giştî yên Helebê hatin. Dema ev Hêzên Ewlekariya Giştî hatin rewş xirabtir bû. Ciwanan bi keviran êrîşê wan kirin. Ew hêz bi erebî diaxivin, alê Sûrî radikin, ji Helebtê tên vê derê. Ev hêzên ereb in. Zêdetir hêz hatin vê derê. Van hêzan sloganên Allahû Ekber û tekbîr dan, gelê Kobanî jî dijî vê derketin û çalakî bilind bûn. Ev Hêzên Ewlekariya Hundir gelek kes ji van çalakvanan girtin."
MAZLÛM EBDÎ ÇÛ KOBANî
Piştî bihîstina bûyera vê sibê Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mazlum Ebdî ber bi Kobanî ve ket rê. Tê gotin ku van saetan ew li Kobanî ye.
Foto: ANHA


