21.15: 4 şehîd hene
Serokê Odeya Tabîbên Amedê Dr. Cengiz Gunay got ku 4 kesî jiyana xwe ji dest dane. Gunay got ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Dîcleyê 3 kesî, li Nexweşxaneya Veni Vidi jî kesek jiyana xwe ji dest daye.
21.00:
Li gor agahiyên tên ji birîndaran du kesî jiyana xwe ji dest da û hê bi sedan birîndar hene. Ji şehîdan ciqanekî bi navê Ramazan Yildiz (16 salî) û kesê din nasname li ser nîn bû.
Li gor agahiyan: Li Nexweşxaneya Gazi Yaşargil a Egitim Araştirmayê 40, li Nexweşxaneya Selahattin Eyyubî 140, li Nexweşxaneya Fakulteya Dîcleyê 75 birîndar hene (25 jê bi lezgînî girtin emeliyetê), li Nexweşxaneya Veni Vidi 35 birîndar hene (5 jê bi giranî) û li Nexweşxaneya Taybet a Baglarê 60 birîndar hene.
20.10:
Wezêrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê ragihand ku trafo neteqiyaye, bombe teqiyaye.
19.22:
Tê gotin hejmara birîndaran li dor 40'î ye. Ji bo birîndaran banga xwîndayînê hate kirin. Yên bikaribin divê herin nexweşxaneyan xwînê bidin. Pêdivî bi her cure koma xwînê heye.
19.05:
Li gor agahiya nû bi dehan birîndar çêbûne. Yek ji birîndaran dibêje 'Di teqîna yekemîn de zêde deng çênebû, gelek kes ji bo alîkariyê çû lê bûyerek din çêbû'.
Birîndarên giran şandin nexweşxaneya dewletê.
Gelek birîndar ji lingên xwe, heta navikê birîndar çêbûne.
18.47:
Tê gotin ku Demîrtaş dê heta nîvsaetê li ber agahiya HDP'ê daxuyanî bide.
18.35:
Kerem Çelik (Şêwirmendê Çapemenî yê KCD'ê): Li gel cem hêrsek mezin heye. Girseyek mezin dixwaze gel aram bike, lê gel pir hêrs bûye. TOMA wisa dikin ku nahêlin ambulans jî bikevin qadê. Polîs hê jî êrîşê gel dike.
Gelek kes ji lingên xwe birîndar bûne.
18.25
Li gor agahiyên nû li dor 20 birîndar hene. Gelek ji lingên xwe birîndar bûne.
Tê gotin ku bombe xistine qutiya çopê. Li ser vê agahiya zelal nîn e.
18.20
Gel ber bi avahiya navendî ya DBP'ê ya Amedê ve ket meşê.
Li gor agahiya nû hat, bombe teqiyaye.
18.15
Hevserokê HDP'a Amedê ji bo rewş asan bibe, bang kir ku bi aramî gel belav bibe.
17.50
Mitîng betal bû.
Hin dibêjin bombe hatiye bi cih kirin.
Ambulans gihîştin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Nûçegîhana ÎMC TV dibêje 10 birîndar çêbûne.
Ajansa Dewletê "AA"yê got ku polîsek û pênc sivîl birîndar bûne.
17.45 (ev texmînî reqem e)
Mîtînga HDP'ê ya Amedê îro saet li dor 16'an dest pê kir. Li gor planê gere li dor saet 17.30 Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş derketa ser dikê û xeber bida. Berî Demîrtaş hê li erebeyê xwe, li pişt sehneyê bû û li bendê bû ku amadehî temam bibin û derkeve ser dikê. Di demeke wisa de, saet nêzî 18'an li du cihan teqîn çêbû. Tê gotin ku trafo teqiyaye.
Di dema teqînê de panîk çêbû.
Birîndar hene...
Pêşkêşvanan bang kir ku gel aram be. Gel hêdî hêdî belav dibû, di wê demê de polîsan jî gaza çavsotîner avêt gel, gel bi hêrs e...
Ji ber vê helwesta polîsan gel bi ser hev ket. Tê gotin ku yên li nav lingan eciqîne hene.
...Her ku agahî bên emê biweşînin...