Diyarname
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê 9'emîn "Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol" li dar xist. Pêşangeha ku îsal bi diruşma "Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” li dar dikeve, li Parka Azadî ya li Qamişloyê dest pê kir û heta 26'ê mehê dê vekirî be. Ji Bakur û Başûr jî wêşanxane beşdar dibin.
Heta niha bi navê "Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol" ev pêşangeh li dar diket, îsal nav guhartin û kirin “Pêşangeha Şehîd Herekol a Navnetewî ya Pirtûkan”. Li gor agahiyên endamê komîteya amedekar Abdulmecît Xelef îsal ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û ji welatên wekî Iraq, welatên Kendavê, Misir, Libnan, Sûriye û Swêdê nêzî 51 weşanxane beşdarî pêşangehê bûne.
Li gor agahiya endama amadekar Narîman Evdikê jî da, di pêşangeha îsal de dê nêzî 140 hezar pirtûk, bi 14 hezar navan beşdar bibin. Li gor gotina Evdikê rêjeya beşdariya berhemên jinan ji sedî 40 e, rêjeya pirtûkên kurdî ji sedî 43 û pirtûkên zarokan jî ji sedî 4 e.
Di roja duyemîn (21'ê mehê) heta roja çarem (24'ê mehê) wê li pêşangehê çalakiyên wekî panel, semîner, konserên biçûk li dar bikevin. Her wiha dê nivîskar pirtûkên xwe îmze bikin. Roja dawî, yanê 26'ê mehê jî li derveyî holê dê şahiyeke li dar bikeve. Deriyê pêşangehê her roj di navbera saetên 10.00 - 21.00'an de vekiriye.
Li aliyê din ji rêveberên Şîrketa Şemal Delîl Remo jî diyar kir ku şîrket mîsyona birêxistinkirin û piştevaniya lojîstîk û ragihandinê, dabînkirina çûn û hatina mêvanan bi hemahengiya mêvanan girtiye ser xwe û paşê diyar kir ku ew dê bê pere pirtûkan bidin xwendekarên seretayî û Zanîngeha Rojava.


