Diyarname
Bi navê Netewe malpereke din bi kurdî hate vekirin. Malperê xwedîlêderketina rûmeta kurd ji xwe re kiriye armanc
Malper bi navnîşana www.netewe.com dest bi weşanê kiriye û bi bingeha php-nuke hatiye sazkirin.
Li gor agahiyên di kunyeya malperê de xwedî malperê Çeto Omerî, berpirsê giştî Azîz Aliş e û birêvebiriya redaksiyonê jî ji Bûbê Eser, Cano Amadi, Evîn Berçem, Çeto Omerî pêk tê.
Malperê li ser armanca weşana xwe wisa gotiye: "Armanca vê malperê ya bingehîn, bi parastina berjewendîyên gelê Kurd re, xwedîderketina li hemû rûmetên gelê Kurd e. Armanc pêşdexistin û geşkirina wan rûmeta ne."