Diyarname
Yekem Koma Aştiyê ji Mexmûrê roja duşema (19 kewçêr) pêşiya me dê bê Tirkiyeyê. Vane hejmara wan û agahiyên din.
Li ser pêşniyaza Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Mexmûr, Ewropa û Qendilê sê komên aştiyê dê bên Tirkiyeyê. Wekî yekem kom jî dê ji Mexmûrê bê.
Kom dê ji Tilqebîna Silopiyê bikeve hundir.
Li gor nûçeya Delil Firat a ANF'ê li Mexmûrê, Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê civîneke li dar xistiye. Encamên civînê li Navenda Çanda Mexmûrê pêşkêşî gel kirine. Hejmara kesên ku xwestiye di nav Koma Aştiyê de cih bigire gihîştiye 400 kesî. Ji nav van 20-25 kes hatine hilbijartin û ew dê 19'ê mehê bên Tirkiyeyê. Di nav van de malbat, ciwan û xwendekar hene.
Mexmûrê dixwazin heta ber sînor wan bi konvoyan bibin û oxir li wan bikin. Kom piştî ku ji sînor bikeve Tirkiyeyê dê nameyên di destê xwe de ji Serokomar, Serokwezîr û Serokê Meclisa Tirkiyeyê re bişînin.
DTP'ê dê komê pêşwazî bike
Di vê navberê de DTP'ê diyar kir ku ew dê komê bi girseyî pêşwazî bike. Cîgirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku bi beşdariya parlementer, şaredar û gel bi girseyî ewê komê pêşwazî bikin. ÎHD jî dê komê pêşwazî bike.
Cigirê Serokê Koma DTP'ê ya Parlementoyê Selehattîn Demîrtaş:
Em bang li hikumet û dewletê dikin, ger hûn di aştiyê de samîmî bin, lazim e hûn koma aştiyê ya zarokên kurdan cidî bigirin. Lazime em ji Xabûrê heta Enqereyê rê li wan vekin. Em dê wan bi coşek ku heq dikin pêşwazî bikin û wan bişînin Enqereyê.
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Şirnexê Selîm Bayar:
Em bang li hemû kesên aştixwaz dikin ku bi girseyî koma aştiyê pêşwazî bikin.


