___Cano Şakir___
Avakirina Mezargeh an ku cihê pîroz yek ji sembolên sereke yên şaristaniya miletan e. Dîroka kurdan di dirêjahiya dîroka xwe de, di diyaloga domdar de bi cîhana xwe ya hemdem re rolek şaristanî û çandî lîstiye. civaka êzîdî jî wekî navenda vê dîrokê ye û nîşaneyên wê rêzek ji zencîra şaristaniya wê dîrokê ye.
Li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) bi berxwedan û xwîna zarokên vê herêmê, dema ku Rêveberiya Xweser hat ava kirin, ev ji bo hemî pêkhateyan bû cihê hêviyek mezin.
Bêgoman civaka êzîdî yek ji van pêkhateyane a li herêmê ye.
Rêveberiya Xweser ku gelek partî û Sazî di bin banê vê Rêveberiyê de cihê xwe têde digrin, xebatên xwe dikin. Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê (YÊS) ew jî yek ji van saziyan e di nav Rêveberiyê de ye. Ew wekî sîwana civaka êzîdî tê naskirin, her wiha di nava wê de piraniya saziyên êzîdiyan di nav de cihê xwe digirin,
Bi pêşengiya Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê (YÊS) niha ev demeke ku behsa avakirina pîrozgehekê ji bo êzîdiyan tê gotûbêjkirin.
Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser hemî derfet û atmosferên heyî ji bo wan terxan kirine.
Bi vê pêngavê re, dergehê geşepêdana rojavayê Kurdistanê îro bi hewldana gotûbêjeke hevdem ku pê re xîtabî civak û cîhanê dike, di nava vê pêngavê de diyar dibe.
Şaristaniya ku em behsa wê dikin ev dema me ya îro ye, ku li rojavayê Kurdistanê li ser bingeha vê hebûnê, pêwîst e ku gelê Kurd (civaka Êzîdî) bi nîqaşek şaristanî ya berfireh bigihên encamekê û derkeve pêş.
Dema ku em behsa rojavayê Kurdistanê dikin, gerek ku em ji bîr nekin ku hin ji parçeyên vê nexşeya pîroz dibin destê Dewleta Tirkiyeyê û çeteyan de ye. Wek Efrîn, Serê Kaniyê, ku li van her du herêman hejmara Êzîdiyan lê zêde ye, lewra pir girîng e ku beşdariya gelê Efrînê û Serê Kaniyê di nava vê xebatê de hebe.
Pirsa ku bêtir tê pirsîn, gelo pêşengên vê xebatê ku li derveyî welat karê xwe dikin, gihane wê encamê ku di civîn û hevdîtinên derbasbûyî de karîbûn yan dikarin hemî êzîdiyan bînin ba hev?
Pirsek din. Gelo rola rewşenbîr û kesayetên din yê vê civakê dikarin çi li vê pîrozgeh (projeyê) zêde bikin?
Li vir pir pêwist e, ku hemî alî û dezgehên êzîdiyan werin û li dora vê projeyê rûnin û bi hev re bighin encameke serkeftî, ji ber avakirina mezargehek bi vî şêwazî nabe ku tu sazî û dezgehên êzîdiyan li derveyî wê bimînin. Li gorî ku min mesele ji dûr û nêzîk ve şopand, behwerim ku her alî/ kes, hatine agehdarkirin, lê dîsa jî ez pir girîng dibînim ku civînek bervereh were li darxistin bigranî (rewşenbîrên êzîdiyan) têde beşdar bibin.
Ji ber di avakirin û pêşbirina welatan de, rola rewşenbîran pir girîng e.
Xalek din ku em ji bîr nekin beşdariya jinê di vê xebatê de girîng û pêwîst e; ji ber jina kurd -êzîdî di dîrokê de pêşengî di gelek waran de kiriye.
Li vir dîsa heger em pirsekê bikin; Nebeşdarbûna rewşenbîran li qadên bi vî rengî, gelo ev kêmahiya saziyan e yan ya rewşenbîran bixwe ye?
Li vir bi awayekî zelal di nava vê pîrozgehê de, keda rewşenbîran divê hebe, çimkî bingeh û stûnên vê civakê li ser xalên rewşenbîriyê ta roja me ya îro ava ne.
Li gorî civîna destpêkê ku “Civîna şêwermendiyê ya rûspî û sazyên êzîdiyan” hate binavkirin 25.08.2024'an li derdora bajarê Dipholzê li dar ket. Komîteya amedekar hate avakirin, di vê rûniştinê de li ser navê civata êzîdiyên Serê Kaniyê jî di nav de Fewaz Oso, û Şêx Silêman Şêx Himod.
Li ser navê gundên Cerehê, Perwer Şemo, Ûsê Osman, Gernûs Ferho hatin hilbijartin wekî endamên komîteya amdekar ya Cîvîna duyemîn ku wekî Civîna Giştî hate bi nav kirin roja 29.09.2024'an li dar ket.
Di vê civîne de nûnerê Mîr her wiha hejmarek ji kesayetên din beşdar bûn.
Bi hêviya ku hemû alî karibin li dora vê meselê werin ba hev. Dev ji nakokî û çîrokên şexsî/ kesayetî berdin.
canosakir74@gmail.com