Gever
Mîtînga 'Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin' bi beşdariya 25 hezar kesî pêk hat.
Ji bo zimanê kurdî TZPKurdî li Gevera Culemêrgê mîtîngeke bi diruşma "Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin" li dar xist. Di mîtînga ku li Qada Spora ya Geverê li dar ket de mebûsê serbixwe yê Culemêrgê Hamit Geylani, Şaredarê Culemêrgê Kazim Kurt, Şaredarê Geverê Salîh Yildiz, Şaredarê Şemzînanê Hurşît Tekîn, Şaredarê Bajaroka Bajêrgehê Hurşît Altekîn, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Şaredarê Silopiyê Muhsîn Konur, Serokê DTP'a Culemêrgê Hasan Guzel, Cîgirê Serokê DTP'a Wanê Selîm Ertaş, rêveberên DTP'ê yê yên Wan, Colemêrg, Şirnex, Gever, Şemzînan, Cizîr, Berdevkê TZP Kurdî Qahir Bateyî, aktivîstên Însiyatîfên Dayikên Aştiyê yên Wan û Culemêrgê jî beşdarî mîtîngê bûn.
Notên ji mîtîngê:
- 25 hezar kes di mîtîngê de amade bûn. Ev yekem mîtîngeke ku bi vê gurahiyê bi taybetî ji bo ziman tê li dar xistin.
- Di mîtîngê de pankartên "Emê faşîzmê xilas bikin, sosyalîzmê bînin", "Êdî bes e, em zimanê xwe dixwazin", "Bê ziman jiyan nabe", "Bila zimanê me kurdî be", "Êdî bes e, em zimanê dayika xwe dixwazin", "Zimanê me rûmeta me ye, em xwedî li zimanê xwe derkevin" haten vekirin.
- Mebûsê serbixwe yê Culemêrgê: Hamît Geylanî: Ji dîrokê ve polîtîkayek înkarê ya li ser zimanê kurdî dom dike heye. Tu caran nehate xwestin ku em bi zimanê xwe bi axivin. Destûra vê jî nedan. Kurd êdî dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî bi axivin. Beriya Makezagona 1920'an, kurd xapandin, gotin 'werim em misliman in, em vî welatî bi hev re xilas bikin.' Lê piştî îlankirina komarê, di makezagona hatiye derxistin de, sîstema yek ziman, yek al, yek netew li ser gelê kurd hate ferzkirin. Îro me çiqas ev pirsgirêk biribe parlamentoyê jî, AKP radibe pirsgirêka laçikê, bi hestên olî yên xwîşkên me dilîze û hewl dide ku pirsgirêka kurd ku pirsgirêka bingehîn a welat e, veşêre. Dema em dibêjin kurdî, gotin dê di TRT'ê de qenalek 24 saetan weşanê bike. Lê hewl didin bi sîstema xwe zimanekî din bidin. Sedema hebûna me ya li vir ew e ku daxwaza zimanê zikmakî ragihînin hikûmet û meclisê. Em dixwazin zimanê xwe û xwe bixwe pêş ve bibin. Em sîstema ku hinekên din ferz dikin, tu caran qebûl nakin."
- Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyî: Li cîhanê tenê miletek ku bi zimanê xwe na axive heye. Ew jî gelê kurd e. Gelê kurd bi salan e, nikare bi zimanê xwe biaxive, her tim zimanên din li ser gelê kurd hatin ferzkirin. Lê divê êdî her kes vê yekê baş bizane. Li vir miletek heye, ew jî gelê kurd e û zimanê wê jî kurdî ye. Li wir miletên bira û 2 ziman hene. Çawa ku tirk bi rehetî xwe îfade dikin, gelê kurd jî divê êdî bi rehetî xwe bi zimanê xwe îfade bike. Em bi salan e tiştekî dixwazin. Em dixwazin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin, lê çiqas em vê dixwazin, hinek zimanê xwe li ser me ferz dikin. Em wekî TZPKurdî li dijî vê polîtîkaya înkarê dibêjin êdî bes e. Êdî em dixwazin zimanê xwe û çanda xwe bi awayekî azad bijîn. Kurd êdî dê têkoşîna vê li her derê bidin.
- Serokê DTP'a Culemêrgê Hasan Guzel got: Ez li vir bang li rayedaran dikim. Êdî bes e, em dixwazim bi zimanê xwe yê zikmakî bi axivin. Bila êdî zimanê kurdî bigirin bin ewlehiya makezagonê. Kurd dê êdî vê li qadan bînin ziman û dê bibin şopdarên vê daxwazê.
- Serokê Şaxa KURDÎ DER'ê ya Geverê Besîn Baykan: Wekî ku her miletî ku zimanek wan heye, zimanê kurdan jî kurdî ye. Em li vir diqîrin; divê zimanê kurdî li qadek azad, dibin ewlehiya makezagonê de wekî zimanê perwerdehiyê bê bikaranîn. Bi hezaran kesên li vê qadê kom bûne, aştiyê dixwazin. Li gel aştiyê ziman û çanda xwe dixwaze."
- Serokê DTP'a Geverê Vahît Şahînoglu: Kurd êdî li her qadê bi awayekî eşkere daxwazên xwe tînin ziman.
- Şaredarê Geverê Salih Yildiz: Xeyalek din a kurdan pêk hat. Vaye xeyal ev e. Gelê kurd êdî li qadan zimanê xwe dixwaze. Em li vir bang li cerdevan û ajanên li dijî vî zimanî derdikevin dikin. Ma qey tu şerefa we nîn e. Hûn çawa guleyan berdinin birayên xwe. Sîstem cerdevaniyê ferz dike. Sîstem nokeriyê ferz dike. Sîstem li ser gelê kurd îxanetê ferz dike. Em li vir ji îxanetê re dibêjin bes e."
DÎHA - Diyarname