Diyarname
Heyeta DTP'ê ku çûye Başûr hevdîtina xwe didomîne. Piştî hevdîtina bi Serokê Parlemenê Muftî re, bi Miranî û Dîazyî re jî hevdîtin pêk hat.
Heyeta DTP'ê ku ji mebûsên DTP'ê Ahmet Turk, Sabahat Tuncel, Nuri Yaman, Hasip Kaplan û Cîgirê Serokê Giştî yê DTP'ê Kamuran Yuksek pêk tê hevdîtinên xwe yên li Başûr didomînin.
Heyetê duh bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin pêk anî û îro jî serê sibê bi Serokê Meclisa Kurdistana Federe Ednan Muftî re hatin cem hev. Hevdîtin li dor 45 deqîqeyî dom kir.
Piştre heyet di firavînê de bi rayedarên PDK'ê re hat cem hev. Di hevdîtina ku li Selahedînê pêk hat de Sekreterê Polîtburo yê PDK'ê Fazil Mîranî, Berpirsê Têkiliyên Karên Derve Sefin Dîzayî û endamên Komîteya Siyasî ya PDK'ê amade bûn.
Heyetê piştî vê hevdîtinê tu agahî pêşkêş nekirin. Heyet piştre li Hotela Sharaton bi Serokê PÇDK'ê Dişar Xerîb û endamên Lijneya Rêveberî re hatin cem hev.
Tê gotin ku heyeta DTP'ê sibê dê vegere Tirkiyeyê.


