Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Turgut Ozal ku ji bo kurdan gotibû 'federasyon jî dikare bê nîqaşkirin' û paşê wefat kiribû, piştî wefata wî îdîayên "ew hatiye kuştin" dest pê kiribûn. Niha dê gora Ozal bê vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li ser mirina Ozal de, ji bo lêkolînê dê gora Ozal veke.
Serdozger Kemal Çetin ku di vê dozê de peywirdar e ji bo gora 8'emîn Serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal bê vekirin nivîs ji bo Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê nivîsî.
Gor di bin çavdêriya Serdozgerê Komarê yê Stenbolê de dê bê vekirin û Saziya Tiba Edlî dê li ser mirina Ozal lêkolînê bike.
Ozal ku bi rêya mebûsên DEP'ê û hin rojnamegeran bi Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re têkilî danîbû û agirbest xwestibû, di 17'ê avrêla 1993'yan de wefat kiribû
Bi salan e tê îdîakirin ku Ozal di encama sûîkastekê de hatiye kuştin. Herî dawî malbata Ozal jî beşdarî vê îdîayê bû û di encamê de dozgeriyê biryareke wisa girt.