Diyarname
Li gelek welatan şaredarî "Protokola Biratiyê" ligel hev îmze dikin û bi vî awayî hevkariya hev dikin. Li Tirkiyeyê jî ev yek heye. Îro di vê çarçoveyê de Şaredariya Sûra Amedê ku di destê DEM Partî de ye û Şaredariya Findikliya Rîzeyê ku di destê CHP'ê de ye "Peymana Biratiyê" îmze kirin.
Li Şaredariya Sûra Amedê merasima îmzekirina peymanê li dar ket. Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û Şaredarê Findikli Ercument Şahin Çervatoglu bi hev re peyman îmze kirin.
Di merasima îmzekirinê de nûner û mebûsên her du partiyan amade bûn.
Piştî îmzekirinê Hevşaredara Sûrê Onkol got ku ev protokol bila bibe wesîleya vebûna rêya biratî, bi hev re bûnê. Hevşaredar Orhan jî got ku ji bo piştigiriya hev, ji bo xizmeta bo gelan wan ev peyman îmze kiriye.
Şaredarê Findikli Çervatoglu jî got ku ew ji bo biratiya horon û govendê li vê derê ne


