Yekemîn pirtûka Shakespeare derbasî qada dîjîtal dibe
Diyarname
Pirtûka yekemîn a Shakespeare ku di sala 1623'yan de hatibû weþandin û niha di Pirtûkxaneya Bodleian a girêdayî Zanîngeha Oksfordê de dihat parastin derbasî qada dîjîtal dikin.
Ji wê rojê de pirtûk dihat parastin lê dîsa jî nekarîn tam biparêzin ku pelên wê neqetin.
William Shakespeare di 23'yê avrêla 1616'an de wefat kir. Hevalên wî di sala 1623'yan de lîstikên wî "Firtone", "Þeva Duwazdemîn", "Macbeth" û "Julius Ceasar" jî di nav de 18 lîstikên wî wekî pirtûk weþandin.
Ew pirtûk ku li Pirtûkxaneya Bodleian dihat parastin niha derdixin qada dîjîtal. Pirtûkxaneyê, bi 20 hezar pound alîkariya ku berhev kiriye dê vê xebatê bike.