Diyarname
Festîvala Xweza û Çandê ya Mûnzûrê îsal di navbera 24-27'ê tîrmehê de li dar bikeve. Amadekaran dîroka sazkirina festîvalê ragihandin.
DAD'ê (Komeleya Elewiyên Demokratîk) ji bo 23'yemîn Festîvala XWeza û Çandê ya Mûnzûrê civîn li dar xist. Rêveberên DEM Partî yên Dêrsimê, Hevşaredarê Dêrsimê ê ji kar hat dûrxistin Cevdet Konak, endamên DEDEF, EMEP, SMF, SES, Odeya Zîreetê û şaredarên Xozat, Mêzgêr, Qisle beşdarî civinê bûn.
Di civînê eşkere kirin ku 23'yemîn Festîvala Xweza û Çandê ya Mûnzûrê wê roja 24'ê tîrmehê dest pê bike û 27'ê mehê bi dawî bibe. Her wiha hat eşkere kirin ku 10'ê pûşperê wê bernameyê eşkere bikin.


