Amed
Encamên 20'emîn xelatên Şehîdên Çapemeniya Kurd û Musa Anter diyar bûn. Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat vê pêşbaziyê li dar dixin. Encama xelatan diyar bû. Pêşbazî, di beşa nûçeyên kurdî, nûçeyên tirkî, wêne, karîkatur de pêk hat. Kesên bi ser ketin dê li Amedê bi merasimekê xelatên xwe bigirin.
Di beşa kurdî de endamên Juriyê Aysel Avesta, Leyla Ayaz, Azîz Ogur, M. Alî Ertaş, Omer Tur; di beşa nûçeyên tirkî de Nadire Mater, Ertugrul Mavioglu, Fatih Polat, Berat Gunçikan, Huseyin Aykol, di beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Gultekin Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag û di beşa Karikatur de Tan Oral, Gulay Batur, Sarkis Paçaci, Halîl Încesu bûn.
BEŞA KURDÎ
Nûçegîhan Abdurrahman Gok (DÎHA) bi nûçeyaz xwe "Li Almanyayê bajarekî Êzîdiya: Celle" di Beşa Kurdî de bû yekemîn. Di vê beşê de xelata Juriyê ya Taybet dan nûçeya Zehra Dogan û Hazal Peker (JINHA) a bi sernavê "Li Rojava welat emanetê jinên kurd in".
Di beşa tirkî de:
Di Beşa Tirkî de, xelata yekemîn a nûçeyê "Ji bo nûçeyên li ser Roboskê hatin çêkirin û bi cîhanê re parve kirin" xelat dan Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA). Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) pêşî nûçeyên komkujiya Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl ên ji aliyê balafirên şer ên F-16 ên tirk ve hatin qetilkirin bi cihanê re parve kiribû.
Xelata Juriyê ya Taybet jî ji Bia-Netê dan Işil Cinmen
XELATA GURBET ELLÎ ERSOZ
Xelata Juriyê ya Taybet a Gurbetellî Ersoz; Li ser navê hemû rojnamegerên jin yên girtî, ji ber nûçeya Pozantiyê dan nûçegîhana Edene ya DÎHA'yê Ozlem Aguş. Oguş bi nûçeyên li ser Pozantiyê çêkirin, taciz û tecawiza li ser zarokên kurd pêk tên bi cîhanê re parvekiribûn. Oguş ji ber van nûçeyan niha li Girtigeha Karataşê ya Edeneyê girtî ye.
XELATA WÊNEYÊ:
Xelata Wêneyan jî ji ber wêneyên li Roboskiyê komkujî kişandibûn dan nûçegîhanê DHA (Dogan Haber Ajansi) yê Şirnexê Emin Bal
Xelata Yekemîn a Karîkaturê jî dan Mehmet Bogatekin ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê û Mahmut Ulusan ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê ye.
Xelat, dê di 20'ê rezberê de li Salona Şanoyê ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi merasimekê bêne dayîn.


