Cemil Oguz
Di Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'a da îsal de gelek nivîskarên kurd dê di panelan de derkevin pêşberî temaşevanan.
30'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP îsal di 12'yê sermawezê de dest pê dike û heta 20'ê mehê dê bidome. Îsal nivîskarê rûmetê yê fûarê nivîskar, rexnegirê hunerê Ferid Edgu ye. Di fûarê de weşanxaneyên kurdan jî têde bi giştî li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl dê standê vekin, di vê çarçoveyê de dê 197 çalakî bêne lidar xistin, bi sedan nivîskar dê li standan pirtûkên xwe îmze bikin.
Welatê mêvan: Misir
Fûara ku îsal di bin navê "Hêvî: Xeyal e? Yan rastî ye?" de li dar dikeve, banga hêviyê dike. Mêvanê rûmetê yê fûarê jî îsal Misir e. Di vê çarçoveyê de nivîskar û weşanxaneyên Misrê dê bibin mêvanên fûarê. Yek ji wêjevanên Misrê Necîb Mehfûz di 100'emîn rojbûna xwe de li fûarê dê li ser çalakî bêne li dar xistin. Di nav kesên dê ji Misrê bên de Alâ Al Asvani (pirtûka wî 'Yakupyan Apartmani' li tirkî hatiye wergerandin û bi wê li Tirkiyeyê tê nasîn), Cemal Gitani (wekî kurê manewî yê Necîb Mehfûz tê hesibandin), İbrahim Aslan, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Misrê Mohamed Salmawy û Youssef Ziedan dê bên fûarê û li ser wêjeya Misrê biaxivin.
Her wiha fîlmên Misrê ên bi navê "Erazî" (1969), "Destpêkek û dawiyek" (1960), "Ji min re çîrokek vebêje" (2009), "Al Kitkat" (1991) û "Alâ Al Asvani" ku çîroka wan ji romanan hatine girtin di çarçoveya fûarê de bê pere bêne nîşandayîn.
Weşanxane û nivîskarên kurd
Wekî salên borî hema hema hemû weşanxaneyên kurd dîsa di fûarê de standên xwe vedikin. Lê ji salên borî cudatir yekem car weşanxaneyên kurd ew qas panelan li dar dixin. Îsal 20 nivîskarên kurd di panelên cur bi cur de dê derkevin pêşberî temaşevanan. Ji mebûsên BDP'ê Altan Tan, Adil Kurt, Şaredarê Bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, bigire heta Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, ji mebûsê kurd ê berê Şerafettin Halis bigire heta rojnamegerên kurd Zulkuf Kişanak, Cemil Oguz, nivîskarên kurd Sîdar Jîr, Gulçiçek Gunel Tekin, Ronî War, Şeyhmus Diken, Kawa Nemir, Berken Bereh, Jana Seyda, Marîn Rehmanî, Lal Laleş, Dilawer Zeraq di panelan de dê derkevin pêşberî temaşevanan.
Di nav bi sedan çalakiyên fûarê de hin panelên ku kurd jî beşdar dibin û derdikevin pêş ev in:
12 SERMAWEZ 2011, Şemî
Salona Karadeniz:
17.30-18.30
Gotûbêj:"Ji duh heta îro ziman û wêjeya kurdî"
Birêvebir: Nurettin Firat
Axifger: Sami Tan, Adil Kurt
Amadekar: Aram Yayınları
Salona Buyukada:
16.15-17.15
Gotûbêj: "Dengê Doyê bi Kurdî Tê Ser Ziman"
Axifger: Adnan Ozyalçiner, Cemil Oguz
Amadekar: Evrensel Basim Yayin - Kovara Tîrojê
17.30-18.30
Gotûbêj: "Navnîşana Îşkence û Mirinê Girtîgeha Amedê"
Axifger: Raşit Kisacik, Halim Demir
Amadekar: Ozan Yayincilik
13 SERMAWEZ 2011, Yekşem
Salona Karadenîz:
17.00-18.00
Helbestxwendin
Beşdar: Ahmet Telli
Amadekar: Everest Yayinlari
Salona Buyukada:
13.15-14.15
Panel: "Çanda Elewiyên Qizilbaş û Rewşa Dêrsimê"
Birêvebir: Sirri Ozturk
Axifger: Sirri Ozturk, Şerafettin Halis, Gazi Eke
Amadekar: Sorun Yayinları Kolektifi
Salona Heybeliada:
13.15-14.15
Gotûbêj: "Ji Demsalek li Hekarî heta Baholek û Du Ziman"
Axifger: Adnan Ozyalçiner, Ozgur Dogan, Sennur Sezer
Amadekar: Evrensel Basim Yayin - Kovara Tîrojê
18.15-19.15
Gotûbêj: "Wekî Panjehrê Dîroka Fermî Dîroka Vegotinî"
Birêvebir: Ragip Zarakolu
Axifger: Aziz Tunç, Niko Uzunoglu, Gulçiçek Gunel Tekin, Zulkuf Kişanak
Amadekar: Belge Uluslararası Yayıncilik
14 SERMAWEZ 2011, Duşem
Salona Marmara:
16.00-17.00
Gotûbêj: "Destanên Kurdî"
Axifger: Ronî War
Amadekar: Weşanên Ava
15 SERMAWEZ 2011, Sêşem
Salona Karadeniz:
16.00-17.00
Gotûbêj: "Bila Şopa Wan Bimîne"
Nîşandayîna Dîayê: Fotografên Tirkiyeyê yên salên 1982-2010'an
Axifger: Sennur Sezer, Ali Oz
Amadekar: Evrensel Basim Yayin
19 SERMAWEZ 2011, Şemî
Salona Marmara:
14.30-15.30
Gotûbêj: "Li dûy ên çûn"
Birêvebir: Osman Baydemir
Axifger: Şeyhmus Diken, Migirdîç Margosyan
Amadekar: Aras Yayinlari
17.00-18.00
Gotûbêj: "Vegotina Winda ya Mezopotamyayê"
Axifger: Migırdiç Margosyan, Şeyhmus Diken, Abdullah Demirbaş, Sidar Jir, Gabriyel Akyüz
Amadekar: Weşanên Lîs - Şaredara Sûrê ya Amedê
20 SERMAWEZ 2011, Yekşem
Salona INTEREXPO:
15.45-16.45
Gotûbêj: “Ji Tûrabidin û Berriyê: Eşîr, Ol, Ziman û Çand”
Axifger: Altan Tan
Amadekar: Weşanên Nûbihar
Salona Karadeniz:
15.45-17.15
Gotûbêj: "Di 32'yemîn Sala Hunera Xwe de Helbestvanê Hêvî û Eşq: Berken Bereh"
Axifger: Kawa Nemir, Berken Bereh, Jana Seyda, Marîn Rehmanî, Lal Laleş, Dilawer Zeraq
Amadekar: Weşanên Lîs
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.