Diyarname
Avakirina Platforma Têkoşîna Dijî Yekcure Kincan, daxuyaniya dijî şer û rewşa dawî ya li Efrînê... Vane sê nûçeyên îro derketine pêş...
Telli: Bilindkirina dengê aştiyê peywireke mirovî ye
Li Enqereyê li ser navê gelek saziyên demokratîk, rewşenbîr û kesan li dijî şer daxuyanî hat dayîn. Li ser navê wan helbestvan Ahmet Telli daxuyanî xwend û got: "Vê demê bilindkirina dengê aştiyê peywir û karekî wijdanî ya her kesê ye, ligel vê bilindkirina dengê aştiyê tekane rêya xwedîlêderketina azadiyan e."
Di civîna ku li Navenda Giştî ya SES'ê hat lidarxistin de Berdevkê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî amade bû. Yidirim got ku ev roj ne roja ku demokratîkbûna aştîxwazan bê testkirin, ev roj roja testkirina mirovahiyê ye.
Platforma Têkoşîna Dijî Yekcure Kincan hat avakirin
Hikumeta Tirkiyeyê dixwazi li girtîgeha kincên yek cure li girtiyan bike. Girtî jî vê yekê naxwazin. Ji bo piştgiriya girtiyan û dijderketina kincên yekcure Li Stenbolê "Platforma Têkoşîna Dijî Kincên Yekcure" hate avakirin.
Ji bo vê li Otela Taksîl Hillê bi beşdariya gelek endamên saziyên sivîl û mebûsê HDP'ê Erdal Ataş platform hat ragihandin. Berdevka HDK'ê Gulçîn Aykul axivî û got ku ew yekcureyiyê red dikin.
'Heft roj e hê li ser sînor in'
Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Birûsk Hesekê li ser êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser Efrînê îro daxuyanî da û got: "Li ser sînor 3 gund bi hawan û obusan hat tarûmarkirin. Ji ber vê yekê me gel ji wir bir cihek bi ewle. Gundên ku dibêjin em ketine kê ev gund in. Îro roja heftan e hê li ser sînor in. Pêşî gotin 'çend saetan de', paşê gotin 'Hefteyek de em li Efrînê ne', niha dibêjin 'bi mehan dê bidome'."
Hesekê got ku ji ber pêşveçûn çênebûye di navbera leşkerên Tirkiyeyê, OSO û hêzên din de nelihevkirin çêbû.