Diyarname
Kovara navdar Vogue di çapa xwe ya li Portekîzê de du hemşîrek û mankenek bikar anîn lê paşê lêborîn xwest.
Ev wêne di berga kovarê ya meha tîrmeh-gelawêj a çapa Portekîzê de cih girt. Ev berg bi gotinên, "henekên xwe bi kesên ji aliyê aqil ve xwedî pêdiviyên taybet kirine" hat rexnekirin.
Di tora civakî de piştî gelek rexne hatin Vogueya Portekîzê got ku ev wêje aliyê şêtî, evînî, jiyan û nexweşiya aqil ve, gelek tiştî taswîr dike, lê ji ber bûye sedem ku mesele şaş bê fêmkirin em lêborînê dixwazin.
Ev hejmara kovara Portekîzê 10'ê vê mehê hat belavkirin.
Kovara Vogue di sala 1892'yan de li New Yorka DYA'yê dest bi weşanê kir û yek ji kovarên modayê ya kevn e. Niha bi 23 zimanan li welatên cur bi cur weşanê dike.
Kovara modayê ya herî kevn "Harper's Bazaar" e ku yekemîn car di sala 1867'an de li DYA'yê derket.