Diyarname
Jeremy Corbyn serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilistanê ye. Di salên 2017, 2019'an de ket hilbijartinê lê partiya wî bi ser neket. Ji ber vê yekê dest ji serokatiya Partiya Karkeran berda. Corbyn'ê ku ligel vê têkçûnê jî li Îngilistanê populerbûna wî hê heye, ragihand ku wî partiyeke nû ya çep ava kiriye.
Vê hefteyê Corbyn di daxuyaniya belav kir de got, "serwet û hêz bi girseyî ji nû ve bê parvekirin, ji bo ser sindoqê bo hempîşeyên wan bibe reqîb partiyeke nû ya meyla wê çep ava kirine.
Wan bi navê "yourparty.uk" malpereke ji bo partiyê ava kirine lê hê navê partiyê tune ye. Li ser vê yekê jî Corbyn gotiğe, "Ev partî a we ye. Piştî hemû pêşniyaran emê navê partiyê hilbijêrin. Heta niha gelek pêşniyar hatine."
Ew hêvî dike konferansa yekem a partiyê vê payîzê li dar bixe.
Corbyn di dema serokatiya xwe de nikaribû partiya xwe Partiya Karkeran bîne desthilatdariyê û îstîfa kiribû. Di sala 2020'î de bi îdîaya li nav partiyê helwesta wî ya dij cihûtiyê ew ji partiyê hatibû avêtin. Corbyn di hilbijartina 2020'î de serbixwe bûbû berendamê mebûsiyê û hatibû hilbijartin.
Niha li Îngilistanê Partiya Karkeran desthilatdar e û Serokwezîr jî serokê partiyê Keir Starmer e.


