Diyarname
Pirtûkek helbestan ji helbestên cîhanê ji bo kurdî hat wergerandin, “Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî”. Pirtûk ji aliyê Salih Bozan ve bo kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanên Na derketiye.
Li ser pirsa “Çima we xwest van helbestên landayî wergerînin zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin?” werger wisa gotiye, “Sedema pêşî, jinên ev helbest nivîsîne nexwende ne; li ser jiyana xwe û hinek dozên civakî nivîsîne. Sedema duyan, landayî di kelepora gelêrî ya cihanî de cureyeke helbestan a taybet e. Sedema sêyan, di navbera van helbestan û helbestên jinên kurdan de hevbeşiyek heye; ango dê civaka kurdî were ber çavên kurdan dema van helbestan bixwîne. Bi taybetî rewşa jina kurd di civaka êlî ya kurdî de nîşan didin.”
Navê van helbestan bi zimanê ûrduyî ”Landayî” ye. Ev peyv bi kurdî tê wateya kurt, ango kurtehelbest. Feylosof û nivîskarê Efxanî Dr. Seyîd Beho Dîn Mecrûh (1928-1988) dibêje: “Jinê peştonî ev helbest di nav xwe de diaferandin, distiran û bazdidan. Ew du xêzên serbixwe ne li ser mijarekê ne.”
Fermo çend landayî:
Xwedayê min
nehêle jinek li penaberîyê bimire
gava cankêşiya xwe ya dawîn bikişîne
dê navê te ji bîr bike
ji ber ku wê çaxê xeynî warê xwe
li tiştekî din narame.
***
Birayên min
desmalên xwe wekî piştanan girêbidin
tifingan rakin û herin meydana çewşenê.
***
Li ser zemîna welatê min
çêjeya xwîna şehîdan wekî gulîlkên nîsanê ne
ji bihara azadiyê re.
Jê hez dikim jê hez dikim
venaşêrim mendel nakim
heta ku bi kêran şanikên min
yek bi yek hilkişînin.
***
Ger tu bi evîna min dîn nebî
tu şîla Lo mirovên bê dilovan,
***
hun dibînin kalek min kaşî nivînê dike
û hun dipirsin çima ez digirîm
çima pore xwe dirûçikînim.va lêvên min çêje nakî.
***
Şev e dilyarê min
pencere tarî ye
û nivîn pir in
lê xişexişa bazinên min
dê nivîna min nîşanî te bike.
***
Ewilî min di nav zendê xwe ke
bila tu yê min bî
paşê tu dikarî
xwe li hêtên min ên qedîfeyî bipêçî.
***
Lawiko, were de tu were
bila serê min qurbana serê te be
şevek ji şevên van payîzan
mêvanê sîng û berê dosta xwe be
Salih Bozan kî ye?
Wergêr Salih Bozan di sala 1951'ê de li gundê Şewitiyê ku bi bajarokê Girê Sipî ve girêdaye ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê, li Uneversîta Kiyêvê di sala 1978'an da mastera ekonomîyê wergirtiye. Di Mûzeya Bajarê Helebê de rêveberiya beşa hunerê kiriye. Niha li Almaniyayê penaber e.
Pirtûkên wî yên çapkirî:
1. Lawo - Kurteçîrok. Dihok 2003
2. Wergera dîwana Ebdilwehhab Beyatî "Helbestên Evînê li ser Dergehên Heftane yên Cihanê". İstanbol 2004
3. Isra û Mihrac- Werger û lêkolîn. Hewlêr 2014
4- Maristan- Şano. 2019.
5- Gigamiş û Enkîdo - Lêkolîn. Rojava- Qamişlo 2022
- Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî / Werger Salih Bozan/ Weşanên Na / 112 Rûpel /
Tirmeh 2025 / Helbest


