Diyarname
Li Tirkiyeyê roja înê fîlmên nû dikevin vîzyonê. Kêm caran hin guherîn çêdibin. Vê hefteyê jî wisa bû, du fîlm roja çarşemê (1'ê mehê) û yên din roja înê (3'yê mehê) ketin vîzyonê. Didu fîlmên tirk in, yên din biyanî ne. Ji nav fîlman em 'Official Secrets', 'Judy', 'IP Man' derdixin pêş.
'Official Secrets'
Fîlmê derHêner Gavin Hood 'Official Secrets' bi navê "Gîzlî Sirslar" (Razên Veşartî) xistine vîzyonê. Fîlmê ku serlîstikvaniya wê Keira Knightley, Matt Smith, Matthew Goode û Ralph Fiennes dikin temaşevanan dibe sala 2003'yan. Îngilistan û DYA dixwazin li Iraqê bikevin şer û ji bo vê yekê dikin bandorê li endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin. Wergêra Navenda Ragihandinê ya Hikumetê Katharine Gun (Keira Knightley dilîze) bi e-mailek belgeyên veşarî ragihîne çapemeniyê û niyetê eşkere dike. Katherine û parêzerên wê dê bikaribin vê wergera ku razên veşartî eşkere kirine û bi cezayeke giran tê darizandin biparêzin an na...
"Judy"
Lîstikvana navdar Renee Zellweger di rola yek ji efsaneyên sînemayê Judy Garland de dilîze û bi vê yekê ji bo Globa Zêrîn wekî berendama lîstikvana herî serketî hatiye nîşandayîn. Fîlm navê xwe ji Judiy girtiye û niha li pêşberî temaşevanan e. Judy Garland piştî li Londonê bi cih dibe hem rojên xwe yên xweş, hem jî yên zehmet û yên dawî dijî. Garland di zarokatiya xwe de navdar bûbû, bi strana "Somewhere over the rainbow" ku hê jî li ser zimanên gelekan e zêdetir dengê wê derketibû û ew bûbû yek ji navdartirîn lîstikvana Hollywoodê. Fîlmê Judy berê kamerayê dide jiyana wê
Fîlmê ku derhêneriya wî Ropert Goold kiriye, Renee Zellweger, Rufus Sewell, Jessie Buckley û Finn Wittrock têde dilîzin.
"IP MAN"
Fîlmê "Ip Man" wekî rêzeyek e û didome. Heta niha sê heb jê hatine kişandin û fîlmê niha ketiye vîzyonê yê çaran e. Yip-Man Wing-Chun hostayê hunerê şer û wî Bruce Lee jÎ di nav de gelek kes hînê vê teknîka şer kirine. Fîlmê IP Man li ser wî hatine kişandin û niha beşek din hat kişandin. Li hemberî kesên hunera şer xirab bikar tînin Ip Man bi mutewazîbûna, hêz û hostetiya xwe derdikeve meydanê û bi vî awayî şagirtan hîn dike. Yip-Man Wing-Chun di sala 1972'Yan de mir. Heta wê çaxê gelek şagirt gihandin. Ev fîlm jî li ser jiyana wî hatine kişandin. Di beşa sisêyan de ew û şagirtê xwe Bruce Lee hatibûn hemberî hev, di beşa dawî de bersiva wê beşê dê bê dayîn.
Di vî fîlmî de jî rola Yip Man lîstikvan Danny Chan girtiye ser milên xwe. Ji bo kesên ji fîlmên Rojhilata Dûr, ji şer û pevçûnên wan hez dikin fîlmek baş e.
Fîlmê ku derhêneriya wî Wilson Yip kiriye Donnie Yen, Scott Adkins, Kwok-Kwan Chan, Chris Collins dilîzin.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Ip Man 4 / Derhêner Wilson Yip
- Judy / Derhêner Ropert Goold
- Official Secrets / Derhêner Gavin Hood
- Bacurau / Derhêner Kleber Mendonça Filho, Juliano Dornelles
- Stray / Derhêner Olga Gorodetskaya
- 2177: The San Francisco Love Hacker Crimes / Derhêner Jose Fiigueroa
- Laz Kit / Derhêner Yusuf Atici, Zeki AKinci
- Gece Gelen: Cin Bebek / Derhêner Bulent Aydoslu
- Baba Parasi / Derhêner Selçuk Aydemir